Diyarname
Li Rusyayê ji bo Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin zagonek hat guhartin. Zagon pêşî li baskê jêrîn ê parlemenê, li Dumayê hat qebûlkirin. Zagon bi 383 dengên erê hat pejirandin. Dûre Baskê jorîn ê parlemenê Konseya Federasyonê jî ev zagon erê kir. Ji bo vê dê referandûm çêbe. Roja 22'yê avrêlê ger di referandûmê de gel vê zagonê qebûl bike Putin dê 12 salên din bikaribe li desthilatdariyê bimîne. Bi vê yekê Putin dê Stalini derbas bike.
Dema peywira Putin di sala 2024'an de bi dawî dibe. Berî ev dem bê zagon guhartin. Li gor zagona heyî serokdewletek dikare du serdeman serokdewlet bimîne, serdema sisêyan nikare bibe berendam, lê ev guhartin. Ger di referandûmê de ev zagon bê qebûlkirin Putin heta 2036'an dê li ser kar bimîne.
Dîroka mayîna serokên rus
Li Rusyayê herî zêde çar Petroyê Dîn li ser kar maye. Çarê Rus Petroyê yekemîn ku wekî "Petroyê Dîn" tê nasîn 43 salan li desthilatdarî maye û di dîroka Rusyayê de ew kesê herî zêde li desthilatdarî maye hatiye qeydkirin.
Dûre Stalin tê ku ew 30 salan li ser kar maye. Ger Putin heta 2036'an li ser kar bimîne dê Stalini derbas bike.