Diyarname
Rojnameya heftane Xwebûn bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Xwebûnê di vê hejmarê de hevpeyvîna ligel Elêonore Faurniau kiriye bi sernavê "Kurdî qedera min e" kiriye manşe.
Elêonore Fourniau hunermendeke fransî ye û bi kurdî distrê. Încîl Selçûk ligel wê hevpeyvînek kiriye û ev hevpeyvîn bûye manşeta rojnameyê. Fourniau wisa gotiye: “Min dizanibû gelê kurd heye, kî ne û çi ne, ez ji rewşa kurdan agahdar bûm lê min bi muzîka wan nedizaniya, haya min ji xezîneya stranbêjiya kurdî tunebû.”
Roja 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî bû û vê yekê cihek fireh di rojnameyê de girtiye. Di manşet û rûpelên rojnameyê de hin nivîsên li ser vê hatine weşandin.
Hejmara 10’emîn a rojnameyê 23'yê mehê derket. Ligel gelek nûçe û nivîsan nivîskarên rojnameyê jî bi nivîsên xwe ked dane rojnameyê. Qunciknivîskarên rojnameyê Mizgîn Ronak, Munnewer Azîzoglu Bazan, Reyhan Îke, Samî Tan, Felemez Ulug, Cemîl Oguz, Ramazan Tûnç, Şener Ozmen û Agît Yazar bi nivîsên xwe vê hefteyê cih girtine.
Kurdên gundan, li gor şert û mercên hewayê û li gor tecrûbeyên bav û kalên xwe, ji xwe re salnameyek çêkirine. Wekî ‘Xaç Xidir Nebî’, ‘Zîpedar’, ‘Agirê Filan’, ‘Gamêşqiran…’ Yasemîn Elban der barê salnameya gel de nivîsandiye. Her wiha di rûpela kirmanckî de têkildarî meh û ritûelên Xizirê dosyayek hatiye weşandin.