Diyarname
Lêkolîneke balkêş hatiye kirin. Du zanîngehan, zanîngehên Yale û Oksfordê lêkolîn kiriye. Pisporên van zanîngehan bi ser mîlyonek û 200 hezar kesî re lêkolîn kiriye. Di encamê de hatiye dîtin ku yên sporê dikin ji yên ku pereyên wan hene zêdetir bi awayekî pozîtîf li jiyanê dinêrin.
Lêkolîn di kovara "Lancet" de hatiye weşandin û rojnameya The Hill ji vê nûçe çêkiriye.
Lêkolîn radigihîne ku yên bi tevger in, sporê dikin salê 35 rojan xwe xemgîn hîs dikin lê yên ku sporê nakin 18 rojan ji van zêdetir xwe xemgîn hîs dikin.
Her wiha lêkolînê derxistiye holê ku spor ji pereyan zêdetir ji bo mirovan dilşadiyê tîne. Hatiye gotin ku yên hefteyê sê rojan di navbera 30 an 60 deqîqeyî de sporê dikin ev spor bandorê li derûniya wan dike û xwe baş hîs dikin.