Diyarname
Li Amedê Mîhrîcana Navnetewî ya Solo ku ji aliyê Mordem Hunerê ve tê lidarxistin bi nîşandana lîstikên cuda didome. Di mîhrîcanê de sê roj li ser hev lîstikên ji rojhilatê Kurdistanê hatibûn hatin nîşandan.
Mordem Huner a ku li Amedê xebatên xwe yên hunerî bi rê ve dibe di 8’ê reşemiyê de Mîhrîcana Navnetewî ya Solo ku lîstikên şanoyê tên nîşandan li dar dixe. Hemû lîstikên di mîhrîcanê de lîstikê yek kesî ne loma navê "solo" li mîhrîcanê kirine. Mîhrîcan dê heta 16’ê reşemiyê bidome. Mêvan ango komên şanoyê ji deverên cuda beşdar bûne. Ji rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî hebûn.
LÎSTIKA ‘ÇÊLEK’
Koma Şanoya Jan a ji rojhilatê Kurdistanê hatiye bi lîstika “Çêlek” ku bi giştî trajediya jiyana kesekî şîrove dike ku nizane di zarokatiyê de, ne jî di jiyana xwe ya niha de nagihîje tu daxwazî hat nîşandan. Derhêneriya “Çêlek”ê şanoger Dunya Goftarî ku ji bajarê Sînê ye û li Tehranê xebatên şanoyê bi rê ve dibe dike. Lîstikvan jî Keyhan Huseynî (Keko) ye. Nivîskarê lîstikê Resûl Bangîn e û wergera wê jî Ayhan Huseynî kiriye.
Gelek şanohez di lîstikê de amade bûn. Lîstik bi peformansek serkeftî bi dawî bû.
LÎSTIK QALA ENFALÊ DIKE
Roja duyem a Mîhrîcanê jî lîstika “Awaza sedhezar Efîliyaya evîndar” ku ji Mahabadê hatibû derket ser dikê û hat nîşandan. Derhênariya lîstikê Omîd Xakpûr dike û Leyla Molûdî jî têde dilîze. Lîstika ku nîskariya wê Qûtbedîn Sadiqî kiriye xwedî vê naverokê ye; Ev şanoname li ser bûyerek rastîn û dîrokî ye ku dibe sedema kuştina bi hezaran xelkên sivîl ên kurd li başûrê Kurdistanê ku bi navê “Enfal” tê zanîn.
LÎSTIKA ‘S YA DAWIYÊ’
Roja 10’ê reşemiyê jî lîstikek xwedî naverokek têr û tije û balkêş derket ser dikê. Navê vê lîstikê jî “S ya dawiyê” ye. Nivîskarî, derhênerî û lîstikvaniya wê Dunya Goftarî dike û ev lîstik jî ya Koma Şanoya Jan e. Di lîstikê de hunermend Çîçek Tekdemîr jî li tembûr û erbanê dide û distrê.
Gelek kes beşdarî nîşandana lîstikê bûn. Bêguman ev jî wekî her lîstikên kurdan behsa trajedî an jî komkujiyên li ser kurdan dike.
Naveroka lîstika “S ya dawiyê” wiha ye: Çîroka jineke vedibêje ku di dema şer de mijûlî çêkirina sifreya ‘Heftşînê’ ye. Lê belê ‘şînek’ wê kêm tê û ji cîrana xwe dixwaze. Di vê navberê de ‘sînyala sor’ ji bo îlankirina şer deng dide û bombebaranê îlan dike.
Ev jina ku di lîstikê de dilîze behsa cejna Newrozê ku li Rojhilat wekî cejna herî pîroz tê dîtin dike. Lîstik bi komkujî ango bombebarankirina balafiran bi dawî dibe.
Di dawiya lîstikê de şanohezan demdirêj li çepikan dan û kêfxweşiya xwe ya ji bo lîstikê nîşan dan. Piştî lîstikê berpirsê Mordem Hunerê Bariş Işik kulîlk û plaket dan derhêner Dunya Goftarî kir.
Piştî lîstikê li cafeya Mordemê li ser lîstikê gûtûbêjek li dar ket.
Lîstika "Çêlek" trajediya jiyana kesekî nîşan dide.
"S ya Dawî" balê dikişîne ser trajediya ser kurdan.