Diyarname
Her çiqas van salên dawî ne wekî berê be jî lê dîsa jî her zivistan gund û bajarên kurdan bi berfê têne xemilandin. Di vê zivistanê de wêneyeke ji salên 1970'yî li ber destên me ye. Wêne ji aliyê Enver Ozkahraman ve hatiye kişandin. Wêneyê ku niha me wekî Wêneyê Rojê hilbijartiye Ozkahraman di salên 1970'yî de li gundê Ketêlan a Çelêya Culemêrgê kişandiye. Ji bo vî wêneyî em sipasiya Ozkahraman dikin û wêneyî pêşkêşî we dikin. Fermo: