Diyarname
Playboy kovareke ku bi wêneyên keçikên tazî navdar e û xwendevanên wê zêdetir mêr in. Ev kovara ku li dinyayê navdar e di heman demê de xwedî malpere înternetê ye. Lê ev malper niha li Tirkiyeyê qedexe ye.
Li Tirkiyeyê wekî Youtube (nêzî 900 rojan e ku girtiye) gelek malperên din ji aliyê Telekomunikasyon Îletîşîm Başkanligi (Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê) ve hatine girtin û kes nikare bikeve wan malperan. Niha malpera Playboy jî ji aliyê heman saziyê ve hate qerexekirin.
Di qedexeyê de sedem nehatiye diyarkirin.