Diyarname
Di vê serdema ku jiyan bûye sanal, mirov ji nav înternetê dernakevin û pirtûkan naxwînin de hebûna pirtûkan û pirtûkxaneyan muhîm e. Yek ji ev pirtûkxaneyên muhîm jî Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan a Şaredariya Sêrtê yê. Di van rojên ku berfê xwe li bajarên kurdan girtiye de berfê xwe li vê pirtûkxaneyê jî girtiye û ew bi tenê hiştiye. Ev wêneyê pirtûkxaneyê jî ji vê serdemê ye. Ji bo em carek din balê bikişînin ser pirtûkxaneyan û pirtûkan, ji bo em qîmeta pirtûkxaneyan ji bîr nekin em vî wêneyî wekî Wêneyê Rojê hildibijêrin û diweşînin.
Not: Me foto ji twittera @devsekalo girtiye.