Yeko Ardil
‘Li xwe zivirî, dest avêt wêneyek bi qasî postkartekê ji kêşoya dolaba xwe derxist û da ber çavan. ‘Tu vî zilamî nas dikî yan na?’
Di wî wêneyî de xortemêrek ji piyan ve li serê lateke bilind rawestiyabû, simbêlên wî mîna qeytanên reş bi ser lêvan de hatibûn xwarê, serê xwe berz kiribû, ba li pora ya reş dabû, wekî davên helizek terwende ji ser eniyê bi paş de pal dabû, bendpêkên wî heta çokan bi saqên spî girêdayî bûn, cotek pêlavên reş li piyan bû, sakoyekî rengkeskavî, li ber bû, tifingek di destê wî yê rastê de bû, qûndaxa wê danûbû erdê û pencên xwe li dora guhikên wê alandibûn.’
Heta niha derbarê fermandarê nemir de gelek gotar, nivîs, stran û helbest hatine nivîsandin û tev jî xwedan nirx in. Lê ya rastî bi qasî wê teswîra di romana Feryadên Burcan de bandor li min nekirine. Ev vegotina kin a nivîskarî wisa dike ku zarokên kurdan jî yekser bi dengekî bilind biqirîn û bêjin: "Egîd, Egîd!.."
Eger we heta niha nexwendibe û Kovanî nas nekiribe, xebînet e, lê ne dereng e. Ji vir şûn de jî ji bo naskirina berhemên wî yên bi rihê kurdewarî, bi çêja avên kaniyên sar yên li lûtkeyên Miksê, giya û kulîlkên rengrengî yên bax û baxçeyên Botanê, hingvînên Bedlîsê, penêrên Wanê û liberxwedana seranser ya welatê birîndar ne dereng e.
Kovan Sindî di sala 1965ʼan de li devera Zaxoyê hatiye dinyayê. Zarokatiya xwe li wir derbas dike. Xwendina xwe ya amadeyî li wir diqedîne. Di sala 1984ʼan de tevli nav xebatên şoreşgerî dibe. Piştî demekê 13 hevalên wî ji aliyê pergala faşîst a Baas ve tên îdamkirin. Ew û hevalekî xwe bi tesadufî difilitin. Berê xwe dide çiyan û beşdarî nav refên pêşmergeyan dibe. Di serdema pêşmergetiyê de hind çalakiyên ku Kovan bi şanazî behsa wan dike hene. Ji wana Destana Dêrelokê, Şaranşê û Dêmkayê. Piştî Enfalan di sala 1988ʼan de Kovan jî li ser axa bav û kalên xwe dibe koçber. Derbasî bakurê Kurdistanê dibe, li kampa Amedê di nava şert û mercên dijwar de dimîne. Di sala 1991ʼê de diçe Yewnanistanê, demek li Atînayê dimîne. Dûv re derbasî Almanyayê dibe. Kovanî daye dû zanistiyê û evîna nivîsê pê girtiye. Li zanîngehên Almanyayê dixwîne û piştre diçe Danîmarkayê, li wir jî beşa derûnînasî dixwîne.
Kovan Sindî di sala 1997ʼan de bi helbestê dest bi nivîsandinê dike. Piştî wê demê berhemên wekî Çirayê Şev Helbest, Rojên Êtûn (Roman), Nalînên Peravan, (Roman), Feryadên Burcan (Roman), Çengel (Roman), Bagerên Reş (Roman) diyariyê pirtûkxaneya kurdî dike. Romaneke Kovanî jî niha li ber çapê ye.
Kovan bileqsê gelek nivîskarên kurd yên başûrî berhemên xwe bi alfebeta latînî dinivîse, Kovan Sindî tîpên latînî ji bo kurdî guncavtir dibîne. Berhemên wî de nalînên peravan, feryadên burcan û her cure karesatên li welatê Kurdistanê qewimî ne, hene. Roj li wî welatî ne rojên sanahî ne, rojên ‘êtûn’ in. ‘Êtûn peyveke Firewnî ye; Axin Êtûn jî heye. Ango xwedawenda rojê ye. Axin Êtûn şahek e, di Piştî Zayînê sala 1900ʼî de li Misrê hikum kiriye. Ev peyv derbasî zimanê kurdî jî bûye. Wateya cehenem an jî dojeheke germ jî dihundirîne.’ Belê Kovan rojên serdema Enfalan bi ‘dojeh’ê pênase dike. Ew rojên ku seranserê Kurdistanê bi çekên kîmyewî disotin û dinya jî bi hizra bazarên kirêt ve lê temaşe dikir.
Ji sedî 80 yên berhemên Kovanî wekî naverok rasteqînî an jî bûyerên realîst in. Realîteya welatî vedibêje. Helbet xeyal, hizir, şanoyên jiyanê, şibandin û peyamên nivîskarî jî tê de hene. Bi gotineke din gelek ji beşên nivîsandinê di berhemên wî de hene, lê ew xwe di ekola realîstî de dibîne.
Gava mirov dêna xwe dide navên berhemên wî, wekî berhemên zincîre yên li dû hev rêz bûyî hestekê li mirov peyda dikin. Lê Kovan vê wiha rave dike: "Bûyer û cihên bûyeran cuda ne. Rojên Êtûn û Nalînên Peravan li Başûr derbas dibin. Tevahiya bûyeran li Başûr in. Feryadên Burcan û Cengel li Bakur derbas dibin. Kovan Sindî di deman demê de tekane nivîskar ango romanivîskar e ku bakurê Kurdistanê ji romanên xwe re wekî naverok û bingeh hilbijartiye. Di teswîr û vegotinên wî de mirov kêliyek jî tê dernaxe ku nivîskar ne ji Bakur e.
Baş e, ev berhemên ku ji bê dermankirina êş û azarên gelê kurd, ji bo azadkirina welat û giyana Kurdistanê tên nivîsandinê, çiqas digihijîne armanca xwe?
Ev ked çiqas li xwediyê xwe vedigere?
Vêca em guh bidin Kovanî: "Bi awayekî eşkereyî ez bêjim ku ez ji zimanê erebî hez nakim. Zimanê kurdî xera dike. Peyvên biyanî dikevin nêv zimanî, fonetîk û sirûştiya zimanê me têk dide. Lewra ez latînî baştir dibînim. Li Başûr jî mixabin hikumetê heta niha gavekî baş navêt. Eger derseke tenê jî bi latînî hebaya, wê baş bûya. Mixabin li Başûr berhemên nayêne naskirin û ev hîç ne xema min e jî. Ez ji bo tevahiya miletê xwe dinivîsim. Çand û zimanê xwe diparêzim. Bi sedan peyvên di bin tozê de mayîne di romanên min de tên dîtinê û divêt bê zanîn ku ez ne tenê ji bo îro dinivîsim."
Belê gelek aliyên din yên Kovanî yên hêjayê behskirinê jî hene. Wekî derûnînasî û fîlozofiyê, lê cihê me hinde destûrê dide. Divê bê zanîn ku ev Kovan ne tenê êş û azarê her wisa dilşadî û bextewariyê jî ji me re tîne.
25.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka