Cano Şakir
Ew şêwezarê hewramî, zimanên farisî û lurî bi kar tînin û xwedî wêjeyeke olî ne. Bingeha vê wêjeyê ji gotinên pîroz ên Xwedê, ferîştehan pêk tê û ev gotin wekî gotinên destanan têne binavkirin.
Gotin û stranên yarsanan, bi awayekî melodîk hatine gotin û car caran kilam bi tembûrê re jî hatine gotin, jixwe ew amûra tembûrê ji bo gelek stranên xwe bi kar tînin. Di nava yarsaniyan de ev çand vedigerê serdema Berî Mîladê.
Di heman demê de ku wekî di gelek baweriyên kurdan de mîna ola êzîdiyan jî amûra tembûrê pîroz e. Elewî jî tembûrê pîroz dibînin.
Helbesta baweriya yarsanan, wekî hemî wêjeyên olî di nava demê de dirust bûye û piştre berhemên wê hatine berhevkirin. Rengê helbestê ji kevin de di nava zerdeştiyan de û bi giştî ezdahiyan li pêş bûye, gelek caran xwediyê van helbestan nayên nasîn, mîna Pîr Reşê Heran û Şêx Fexir ku di serdema Şêxadî de ku du helbestvanên xwedî ezmûneke serketî bûne.
Ev mînak jî ku di pirtûkên gelê yarsanî de yên mîna Serencamê hatine zelal kirin û diyar dibin. Serencam navê pirtûka yarsanan a pîroz e ku di sedsala 15'an de li gorî hînkirinên Siltan Sahak hatiye nivîsandin. Li gorî baweriya yarsanan, Serencam ji cîhanê re peyama paşîn a Xwedê ye û di goranî de pirtûka resen e ku bi baweriya wan ji hêla Xwedê ve hatiye.
Yeke din ji pirtûkên girîng ên dînê Yarsanan heye. Rojhilatnasê Rus, Vladîmîr Fedorovîç Mînorskî (1877-1966) di sala 1902'yan de destnivîsa rast a vê pirtûkê peyda kiriye, ev destnivîs di sala 1843'yan de hatiye nivîsandin. Ev kitêb li ser dîroka dînê yarsanan e.
Li gorî rêûresma yarsanan, gotin û peyvên pîroz bi Behlûl (ê VIII'an) dest pê kiriye, bi Baba Serheng (IX'an?), Şah Xoşîn (XI'an?) û Baba Nawis (XI‘an?) dewam kiriye û di serdema Siltan Sehak de bi emrê Siltanî ev peyvên em behsa wan dikin, ji aliyê Pîr Mûsî ve hatine tomarkirin.
Pîr Mûsî, wekî katibê Siltan tê nasîn û kelamên wê serdemê û serdemên berî xwe, hemû ji aliyê wî ve hatine qeydkirin, ango tomarkirin.
Li vir dema em li vê dîroka Yarsanan vedigerin û hinek tiştan li ber çavan digirin, em dîsa vedigerin serdema Pîr Reşê Heyran. Di baweriya yarsanan de jî Pîr heye û pir pîroz in, xwedî cihekî taybet in. Mînaka van taybetmendiyan jî di vê helbesta li jêr a Baba Tahirê Uryan de diyar dibe, û ez dibêjim, girêdaneke dîrokî û kevin di nava êzîdiyan û yarsanan de heye:
“Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim?
Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim?
Hemem kez der biranin sû te ayim
To kem ez der biranî va kê bûşim?!”
Kurmanciya wê wiha ye:
“Xwedê bi kê bêjim, bi kê bêjim?
Mijang pirr hêstirên xwînî, ta kengî bêjim?
Demekê ku mirov min dikin der, ez têm bi warê te,
Heger tu jî min ji xwe bikî der, ez ê bi kê bibêjim.”
Şêx Fexir jî di helbesteke xwe de wiha gotiye:
Bavê Nebî Birahîm Xelîl e,
Bo Xwedê xwe kiribû dexîl e,
Qurbaniyê xwe kiribû Simayîl e,
Rebê Mûsa û Îsa û Mihemed e,
Ew xwedayê Şêxê Adî ye.
Li vir têkîliyek xurt heye ku bingeha van her du baweriyan yek in. Ji xwe ji bo ku ev dewlemendiya wêjeya di olan de winda nebe, ji wêjevanên kurd hemûyan tê xwestin ku li van çandan xwedî derkevin. Jixwe li gorî gelek nivîskarên kurd sedema qeydnekirina van peyv, gotin, stran û kilaman ew e ku pîroziya xwe ji dest nedin.
21.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka