Diyarname
Khagendra Thapa Magar ji Nepalê bû û bejna wî tenê 67 santîm bû. Di sala 2010'an de wekî zilamê herî kund ê dinyayê ketibû nava Pirtûka Rekoran Guinnessê. Piştî ku temenê Mager zêde bû vê carê wekî "Zilamê tevdigere yê herî kurt ê dinyayê" ket nava pirtûkê. Ji ber ku li Fîlîpînê kesek 27 salî bi navê Junrey Balawing heye ku 59 santîm e lê nikare tevbigere ew jî wekî "Zilanê herî kurt ên dinyayê yê bêtevger" katiye nava pirtûka rekoran.
Ev zilamê tevdigere yê herî kurt êdî ne li dinyayê ye ji ber ku 17'ê mehê wefat kir. Birê wî ragihand ku ew ji ber nexweşiya zatureyê miriye.
Mager ku rûyê kampanyaya tûrîzmê ya Nepalê bû wisa gotibû. "Ez xwe wekî zilamekî biçûk nabînim. Ez zilamekî mezin im. Ez hêvî dikim ev pênase dê bibe sedem ku ez û malbata min bibin xwedî xaniyek."
Li Kolombiyayê kesê bi navê Edwand Hernandez bejna wî 70.21 santîm e û piştî mirina Mager rekor dikeve destê Hernandez. Li ser mirina Khagendra Thapa Magar saziya Guinnessê di malpera xwe de li ser wî nivîseke berfireh weşand.