Diyarname
ÎSMEK saziya "Perwerdehiya Qursên Huner û Pîşeyê" ye ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye. ÎSMEK di sala 1996'an de dest bi xebatan kiriye lê yekem car e dê di bin banê xwe de bi kurdî jî qursan bide. Yên bixwazin herin qursên ÎSMEK'ê yên kurdî dikarin navên xwe binivîsin.
Li Stenbolê li gelek bajaran beşên ÎSMEK'ê hene. Vekirin an venekirina qursan (ha ziman, ha huner û tiştên din) li gor daxwazê çêdibe. Niha ji bo kurdî jî dema serîlêdanê dest pê kir.
Di beşa "Alan Lîstesî" (Lîsteya Beşar) de "Yabanci Diller" (Zimanên Biyanî) hene ku kurdî jî di nav vê beşê de ye.
Ji bo asta yekemîn a kurdî 136, ji bo beşa duyemîn ji bo 160 saetî dem hatiye diyarkirin.
Li gor daxwaz û eleqeyê kurdî jî di nav de hemû ders şikil digirin.
Ji bo kesên bixwazin serî lê bidin divê bikevin malpera "www.ismek.ist" û di wir de beşa "Programa gore ara" (Li gor bernameyê lê bigere) heye. Li wir dema "kurdî" bê nivîsandin navçeyên ku li wir dê ders bê dayîn derdikevin pêşberî mirov. Li gor malperê li Bagcilar Yildiztepe, li Esenyurt, Esenyurt Kiraç, Fatih, Şişliyê dê ders bêne dayîn.
Ji bo yên bixwazin dikarin ji vir xwe qeyd bikin û bidomînin:
https://www.ismek.ist/tr/default_kayit_donemi.htm