Diyarname
Malpera ansîkplodepiya azad ku ev du sal bûn li Tirkiyeyê sansur li ser bû û kes nekidarî bikevê, saet 10.40'î de vebû.
Di sala 2017'an de bi îdîaya "Tirkiye ligel hin rêxistinên terorê di heman astê de û di nav şirîkatiyê de ne" hatiye nîşandayîn malper hatibû qedexekirin. Ev du sal bûn ku girtî bû. Ji bo vebe Prof. Dr. Yaman Akdenîz û Doç Kerem Altinparmak serî li Dadgeha Zagona Bingehîn (AYM) ya Tirkiyeyê dabûn, diyar kiribûn ku ji ber ew nikarin wîkîpedîayê bikar bînin mexdûr in û xwestibû qedexeya li ser wîkîpedîayê bê rakirin.
AYM'ê meha borî biryara rakirina qedexeyê da lê ev nêzî mehek bû li bendê bûn ku biryar di rojnameya fermî de bê weşandin. Piştî ku biryar hat weşandin îro wîkîpedîa vebû.
Di ansîklopediya azad wîkîpedîayê de bi mîlyonan agahî hene. Di nav de gelek ziman hene ku yek ji wan jî kurdî ye.