Diyarname
Li Netfliksê rêzefîlmekî bi navê "The First Temptation of Christ" hat weşandin û di rêzefîlm de Hezretî Îsa wekî hevzeyand hatiye nîşandan.
Li ser vê yekê dadgeheke herêmî ya Brezîlyayê bi biryara dadgerê Benedicto Abicai biryar da ku rêzefîlm bê qedexe kirin û ji Netfiliks û platformên din ên dîtîjal bê rakirin.
Li hemberî vê yekê Dadgeha Bilind a Brezîlyayê bi gotina: "Bingeha baweriya xiristiyanî digihîje 2 hezar salî. Kes nikare bibêje bi hîcvê dê ev bingeh bê lawazkirin" dijî biryara qedexekirinê derket.
Serokê Dadgeha Bilind Dias Toffoli got "Azadiya ramanê bingeha demokrasiyê ye" û biryar da ku nîşandayîna rêzefîlm berdewam bike.
Li Brezîlyayê 2 mîlyon kesî ji bo qedexekirina rêzefîlmî îmze berhev kiribû, her wiha hinan bi molotofan êrîşê kompaniya sazkar kiribû. Hatibû gotin ku ji êrîşkaran yek reviyaye Rusyayê û bi înterpolê lê digerin.