Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê bi beşdariya çar hunermendên xwe konserek pêşkêş dike.
Konsera NÇM'ê 10'ê vê mehê saet 19.30 de dê li Navenda Çandê ya Şaredariya Esenyurtê li dar bikeve.
Hunermend Nurcan Demircan, Serhat Kural, Rûken Yilmaz û Weysî Ermîş dê bi stranên xwe derkevin pêşberî hunerhezan.
Bilêtên konserê li avahiya NÇM'ê ya li Tepebaşiya Beyogluyê, li Esenyurt Golge Kultur Sanat Merkezi, Herdem Demxane ya li Şirinevler dikarin bêne peydakirin. Yên nikaribin peyda bikin roja konserê jî dê li ber derê bikaribin bigirin.
Ji bo têkilî: 0530 308 2933