Diyarname
Pirtûka Abdullah Încekan bi navê "Ez Kurdî Hîn Dibim" ku berê li Tirkiyeyê derketibû niha bi almanî derket.
Pirtûk ji weşanxaneya alman a bi navê Reichert Verlag derket. Nivîskar Abdullah Încekan, mamostetiya zimanê almanî dike, di heman demê de li zanîngeha Duisburg-Essenê dersên Kurdî jî dide.
Pirtûk li gorî metod û dîdaktîka modern hatiye amadekirin û têde 19 ûnîteyên li ser gramer û rastnivîsana kurdî hene.
Digel pirtûk CD'yeke jî tê belavkirin ku agahiyên di pirtûk de têde hatine xwendin.
Heman pirtûk li Stenbolê di sala 2009'an de bi Kurdî-Tirkî ji Weşanên Nûbiharê derketibû.
Ji bo agahiyên berfireh:
***
Nûçeyên eleqedar:
- Du caran "Ez kurdî hîn dibim"
- Malpera "Ez kurdî hîn dibim"