Diyarname
Kurt-Kav (Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurd) ku ev çend sal bûn bêdeng bû avahiya xwe restore kir û dê ji nû ve dest bi xebatan bike.
Kurt-Kav di sala 1992'yan de kesên wekî Medet Serhat, Şerafettin Elçi, İbrahim Aksoy, Refik Karakoç, Nevzat Sagniç, Yilmaz Çamlibel jî di nav de ji aliyê 98 rewşenbîr û nivîskaran ve li Stenbolê hat avakirin. Kurt-Kav wekî weqfeke serbixwe ji bo xebata kurdî hat avakirin û bûbû yekem saziya bi navê "Kurd" ku ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin. Lê weqif her ku çû nêzî rêxistiyeke siyasî ya kurd bû. Weqfa ku van salên dawî hinek bêdeng bû ji nû ve dest bi xebatan dike. Weqfê avahiya xwe restore kir û ji bo ji nû ve dest bi xebatan bike roja 14'ê mehê bi beşdariya gelek kesî kokteyla destpêkirina serdema nû li dar xist.
Di kokteylê de Serokê Weqfê Abdurrahman Delî bi kurdî silav li mêvanan kir û dest bi axaftina bi tirkî kir. Deli got ku weqf ne yê aliyek yê hemû kurdan e û xwest her kes piştgiriyê bide saziyê.
Kurt-Kav ku niha ji nû ve xwe organîze kiriye bi 2020'an de dê dest bi xebatên xwe.