Diyarname
Şaredariya Batmanê carek din dê Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li dar bixe. Festîvala ku 8'emîn car dê li dar bikeve, yên bixwazin dikarin berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.
Ji bo eşkerekirina destpêkirina festîvalê bi beşdariya Hevşaredarên Batmanê Mehmet Demir û Songul Korkmaz daxuyanî hat dayîn. Şaredariya Batmanê ligel Navenda Çanda Bahar, Yeni Sînema Kolektîfî û Yenî Sahneyê dê festîvalê lidar bixe.
Festîval vê carê dê di navbera 26'ê reşemî û 1'ê adara 2020'an de li dar bikeve. Şaredaran der barê festîvalê de agahî dan çapemeniyê.
Cîgerê Hevşaredaran Şehrîban Aydin der barê festîvalê de agahî dan çapemeniyê û diyar kir ku ew dikin ji her welatên dinyayên fîlmên ku hatine binirşînin û nîşan bidin. Aydin eşkere kir ku di festîvalê de dê fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm bêne nîşandayîn, ligel van dê bi beşdariya derhêner, lîstikvan û rexnegiran panel, gotûbêj û xebatên atolyeyan saz bikin.
Aydin li ser piştgiriya berheman jî diyar kir ku ji bo piştgiriya projeyên belgefîlman dê 10 hezar TL, ji bo kurtefîlman jî 10 hezar TL piştgirî bidinê.
Ji bo agahiyên zêdetir: www.yilmazguneyfilmfestivali.com