Lokman Polat
Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersiv dide. Her însan li gor zanîna xwe û li gorê parastina felsefeya xwe helwest digre. Gelek ramanên felsefî yên cur bi cur hene. Ramanên felsefî gerdûnî ne.
Di gelek berhemên edebî/wêjeyî de ramanên felsefî hene. Bi taybetî jî di berhemên edebî yên klasîk de mirov rastê cure cure ramanên felsefî tê. Hosteyê edebiyata klasîk Dostoyevskî di romanên xwe de ramanên felsefî yên olî, rewşa însan ya li pêşberê Yezdan, li hemberê bûyeran hilbijartina azad ya însan şîrove dike û bi şêweyeke edebî pêşkêşê xwendevanan dike. Her wiha di berhemên Dante, Tolstoy, Zola, Hugo û hwd de jî rengên felsefî hene. Niha nivîskarên post-modern di berhemên xwe de giranî didin ramanên felsefî.
Bi kurdî pirtûkên felsefî kêm in. Kêmbûna pirtûkên felsefî ne ji qelsiya zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û pê her tişt dikare bê nivîsîn. Qelsî ji ziman na, lêbelê ji qelsiya zanîstiya lêkolînvan û nivîskarên kurd pêk tê.
Hosteyê edebiyata kurdî Ehmedê Xanî sê sed sal berê berhemeke nemir afirandiye û tê de ramanên felsefî jî hene. Zimanê kurdî ne tenê zimanê nivîsîna çîrokan e. Bi vî zimanî di gel çîrokan, roman, helbest, şano, felsefe, teorî, îdeolojî, siyaset, şîrove, ceribandin, analîz, mîzah, magazîn û hwd, anku hemû cure tişt hatiye nivîsîn û divê ji niha pêve jî bê nivîsîn.
Felsefe lênêrîna li xwezayê, cîhanê, civakê û siyasetê ye. Her însan li gor ramanên xwe yên felsefî tiştan şîrove dike, dinirxîne. Felsefa însan bandora xwe dide ser şiklê jiyandina jiyana însan. Felsefe ronahîkirina hizrên ramanên însan e. Zanîna jîyanê û nirxandina civakê bi ramanên felsefî pêk tê. Ramanên îdeolojîk, siyasî û olî di bingeha xwe de ramanên felsefî ne.
Çawa ku di ola cihûyan, xaçperestan, misilmanan, zerdûştiyan û budîstan de felsefe heye, her wiha di fikrên –ramanên- Marksîzm, Lîberalîzm, Humanîzm û hwd, de jî felsefe heye. Digel van, di edebiyatê de jî felsefe û ekolên felsefî hene. Di edebiyata kurdî ya nûjen de kîjan ekol xurt e? Herî pir bandora kîjan ekolê li ser nivîskarên kurd yên ku xwerû bi kurdî dinivîsin heye? Berhemên edebî yên kurdî di nav kîjan kategoriyên edebî yên ekolên cîhanê de ne? Ev mijar babeta lêkolînê ye û divê li ser vî tiştê lêkolîn bê kirin.
Sartre di berhemên xwe yên edebî de felsefa “hebûniyê” pêşkêş dike. Di gelek berhemên edebî de felsefa Realîzmê, Marksîzmê, Surrealîzmê, Lîberalîzmê hene. Di felsefa Ehmedê Xanî de felsefeya welatperweriyê, neteweparêziyê heye. Di berhemên Cigerxwîn de, digel felsefa welatperweriyê, bi giranî felsefa çepîtiyê, enternasyonalîstiyê heye. Di romana Mehmet Uzun ya bi navê “Mirina Kalê Rind” de felsefa rindîtiyê heye.
Felsefe û edebiyat bi hev û dû ve girêdayî ne. Di berhemên edebî de pir yan hindik, miheqeq rengên felsefî hene. Hinek nivîskarên klasîk yên rusan di romanên xwe de felsefeya nihîlîzmê dane nîşandan, hinekan felsefeya sosyal civakî ji berhema xwe re kirine bingeh. Di berhemên edebî de pêkanîna ramanên felsefî berhemên edebî xurt dike.
Di berhemên edebî yên kurdî de felsefe heye yan tune ye? Heger heye çiqas heye? Ez naxwazim minaqeşeya vî tiştî bikim. Divê lêkolînvanên kurd di vê hêlê de lêkolîn bikin. Lê belê ez dixwazim ku nivîskarên kurd hîn pirtir di berhemên xwe de ramanên felsefî bi kar bînin, çîrok, roman, şano û helbestên xwe bi rengên felsefî binexşînin.
Romanên Ramanî
Min di nivîsa xwe ya sernavê “Di edebiyatê de motîfên siyasî” de behsa pêwîstiya motîfên siyasî di berhemên edebî de kiribû. Kurd wisa di rewşeke de ne ku, êdî navê “kurd” bi xwe bûye siyasî. Yanê êdî peyva “kurd” ev sifeta navê neteweyî bi xwe siyasî ye û hêj jî navê welat -Kurdistan- qedexe ye. Di gelek pirtûkan de ji bo ku peyva “Kurdistan” derbas bûye, ji alî dewletê ve hatine qedexekirin, pirtûk ji alî polîsan ve hatine civandin, nivîskar hatine mehkemekirin.
Di edebiyatê de romanên ramanî, siyasî, felsefî ciheke girîng digirin. Hem di nav edebiyata klasîk a cîhanê de û hem jî di nav edebiyata nûjen -modern- de gelek romanên ramanî, siyasî, felsefî hene. Di romanên ramanî de diyalog û minaqeşeyên îdeolojîk, siyasî, felsefî, ravekirina rewşa gelêrî, ciheke fireh digre û car heye derdikeve pêşiya çîroka romanê. Heta, di hinek berheman de çîroka romanê bi xwe di sîya van gengeşeyên ramanî, siyasî û felsefî de dimîne.
Di diyalogên Platon de, Sokrates û hinek hevalên wî li maleke rûnî dikin, şerab vedixwin û sohbet dikin. Berhem li ser vê sohbetê tê saz kirin. Minaqeşeyên ramanî û felsefî di wê sohbetê de derdikevin pêş.
Di hinek romanên ramanî de, propaganda siyasî jî hene. Ji bo îdeolojiyek bê bilindkirin, siyaset û felsefe bê parastin, berhem li ser çîrokek siyasî tê hunandin. Ji bo bala xwendevanan bê kişandin, çîrokeke romantîk, leheng û fîgurên balkêş, ji pêşkêşkirina raman û felsefê re dibe hacet. Nivîskar bi wasita leheng û çîrokê ramanên xwe rave dike, mesaja xwe dide.
Nivîskarên navdar, her wekî Jean Paul Sartre, Tolstoy, Dostoyevskî, Turgenyev, Nîetzsche, Goethe û hwd, berhemên ramanî û felsefî afirandine. Wan di romanên xwe de fikr û ramanên xwe, felsefa ku diparêzin pêşkêşê civakê kirine.
Dostoyevskî di romana xwe ya bi navê “Notên Binerdê” de, dîn, exlaq, polîtîka û pirsgirêkên sosyal û civakî derdixe pêş. Dîsa ew di romana “Ecinî” de felsefeya Anarşîstan minaqeşe dike. Nîkolay Çernîşevskî di romana “Di vê çi bê kirin?” de îdeolojiyeke civakî pêşkêş dike û bi hal û hareketê leheng vê îdeolojiyê diparêze. Tolstoy di berhema xwe ya bi navê “Di taritiyê de ronahî çirisî” de felsefe û jiyana mirovên azad rave dike. Turgenyev, di romana xwe de felsefa Nihilîstan dinirxîne. G. Orwel li hemberê dîktatoriyê berhemeke siyasî û felsefî afirand. Gogol di berhemên xwe de rizandina civakî derdixe holê.
Ji hêla berhemên -romanên- ramanî û felsefî de edebiyata kurdî a nûjen qels e. Mem û Zîna Ehmedê Xanî wekî derya ye. Di hêla raman û felsefê de jî gelek tişt têde hene. Di nav edebiyata kurdî a nûjen de, pir nebin jî, hinek berhem hene ku mirov dikare wan di nav kategoriya berhemên -romanên- ramanî û felsefî de bihesibîne.
Pêwîstiya edebiyata kurdî bi romanên ramanî, siyasî û felsefî heye. Divê nivîskarên kurd romanên wiha jî biafrînin.
polat.lokman@gmail.com