Diyarname
Nivîskarê me Cîhan Roj pêşniyar dike di sala 2020'an di edebiyata kurdî de Baba Tahirê Hemedanî derkeve pêş.
Cîhan Roj li ser hesabên xwe yên tora civakî pêşniyara xwe belav kir: "Di sala 2020'î de edebiyata kurd bi sernavê 'BABA TAHIRÊ HEMEDANÎ DIXWÎNIM' wî bikin mijar û bi bîr bînin. Bo sala 2020'an amadehiyan bike, Baba Tahirê Hemedanî binase, berhemên wî bixwîne."
Li ser pêşniyarê, me bi Cîhan Roj re xeber da. Ew sedema vê pêşniyarê wisa dibêje: "Gerek Baba Tahirê Hemedanî wekî Ehmedê Xanî û pêşengên din di edebiyata kurd de were rojevê, were gengêşîn, bibe referans û mîrateya edebiyata kurd. Li dinyayê zêde nayê zanîn ku Baba Tahirê Hemedanî şaîrekî kurd e. Bo têkiliya edebiyata kurd û edebiyata dinyayê ew dikare bibe destpêk. Di gelek çavkaniyan de ew wekî ‘Şaîrê Îranî’ tê destnîşankirin, nabêjên şaîrê edebiyata farisî û nabêjin şaîrê edebiyata kurd jî. Her wiha di edebiyata kurdî de jî bi awayekî psîkolojîk, bi gelemperî, ew wekî şaîrekî kurd nayê hîskirin li axaftin û nivîsên şaîrên vê demê binihêrin Ehmedê Xanî wekî nirxeke moralê bi bîr tînin lê navê Baba Tahirê Hemedanî bi bîr naynin ew jî delîl e ku an bawer nakin an jî jiber û durişme nahêlin ew serê xwe bi Baba Tahir re biêşînin! Divê em baştir wî bixwînin, nas bikin, helbet ji nasînê meqseda min ew e em wî wekî şaîrekî mezin ê edebîyata kurd binasin. Baba Tahirê Hemedanî û Ehmedê Xanî bi tevî Melayê Cizîrî, Elî Herîrî û Feqiyê Teyran, Melayê Batê…tabloyê temam dikin."
Roj dibêje lêkolînerekî tirk ew di lêkolîna xwe de wekî yek ji şaîrên kurd nîşan daye ku ew lêkolîner ji alî saziyên dewletê ve hatiye destek kirin û dibêje ku divê kurd wî baştir bixwînin, em karibin berhemên wî wekî Mem û Zînê bibînin ku taybetiyên wî yên balkêş ji alî lêkolîneran ve hatine destnîşankirin.
Di Ansîklopediya Îslamê ya dîyanetê de li ser Baba Tahir Hemedanî wisa tê nivîsandin: "Ne rihet e meriv karibe di berhemên Baba Tahirê Hemedanî de eşqa îlahî û eşqa dinyewî ji nav hev derxe. Welhasilî kelam piraniya çarînên wî derheq eşqa dinyewî de ne. Yek ji taybetiyên şiîrên wî ew e ji ber ku wî perwerdehiya tesawifê nedîtiye hest û xeyalên xwe bêyî serî li fîşaliyê bide daye der." Cîhan Roj van gotinan bibîr tîne û vê lê zêde dike: "Wan wisa nivîsiye. Lê em çawa lê dinêrin, çawa dinirxînin, helbesta wî dixin ku derê? Lazim e em li ser van bisekinin û wî baştir binasin. Loma sala 2020'an de ew derkeve pêş dê baş be."
Baba Tahirê Hemedanî ku di sedsala 11'an de jiyaye dîwana wî bi navê "Dubeytî / Baba Tahirê Uryan" ji aliyê Weşanên Nûbiharê ve hatiye derxistin.
Weşanên Avestayê bi navê “Baba Tahirê Uryan” pirtûkek weşand ku bi kurdî û tirkî ye.
Bi kirmanckî jî ji Weşanên Astun bi navê "Dîwonê Baba Tahirê Uryan'î" pirtûk hatibû çapkirin.
Dîsa hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê helbestên wî wekî klam vexwendin û bi navê "Dîwan-a Dubeytî" albumek derxistin.
Her wiha bi tirkî jî hin pirtûk li ser Baba Tahir hatine amadekirin, helbestên wî bi wergera tirkî hatine weşandin.
Têbiniya Diyarnameyê: Ger weşanxaneyên din berhemên Baba Tahir bi kurdî çap kiribin me haydar bikin ku em li vir lê zêde bikin.