Diyarname
Nivîskar Evdile Koçer vê carê bi pirtûka çîrokên mînîmal derket pêşberî xwendevanan. Pirtûka Koçer a bi navê "Pêlava Birîndar" ji Weşanên Hanê derket.
"Pêlava Birîndar" ji 49 çîrokên mînîmal pêk tê. Nivîskar di kurteçîrokên xwe de bi sembolên cihê ve xwendevanan dibe nav têkoşîna kurdan.
Cureya çîrokên mînîmal di nav wêjeyê de dema bi awayekî bi serketî bê nivîsandin gelek bandorker e. Koçer jî piştî pirtûka xwe ya çîrokan "Mirin" vê carê dest avêtiye mînîmalan û ketiye ser vê rêyê. Piraniya kurteçîrokan rewş û derûniya şerê dawî yê ku ser rihê însanan şopa xwe hiştiye nîşan dide.
Nivîskar di çîrokên biçûk ên di "Pêlava Birîndar" de, bi "pêlav"ekê ve birînên şer, bi "gule"yekê şopa şer, bi "masî", "kusî", û "pêlîstok" çend dîmenên piştî şer yên ku bandor li ser civakê hiştine tîne ziman.
Nivîskar Evdile Koçer berî "Pêlava Birîndar" pirtûkên bi navê, "Govendistan", "Mirin" û "Koçername" nivîsandibû û weşandibû.
sê pirtûk weşandibûn.
Û vaye ji pirtûk çîrokek:
"Pêlava birîndar"
Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî wiha jê pirsîn, "Em pêlavên te yekoyek ji serê çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek dikeve nigê terorîstekî..."
Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî yên ku ji serê çiyê top kiribûn li gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser sergoyê gund.
Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.
Dû re hate bîra min...
Ez hingê zarok bûm.
Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.
Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, "Tu yê serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê qulekê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm bike ku guleyek lê ketiye..."
Xwedê zane ku yekî ew pêlava ku gulê lê ketibû dîtibû û paşê giliyê xalê min kiribû.
Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê min kirin.
Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên min jî.
Evdile Koçer kî ye?
Nivîskar Evdile Koçer di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinê. Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê ya li Swêdê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt.
Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin.
Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan.
Ji bo kesên bixwazin bikevin têkiliyê:
evdilekocer@yahoo.com
Weşanxaneya Han
han-grafik@hotmail.de,
Pêlava Birîndar / Evdile Koçer / Weşanên Han / Çîrok / Rezber 2010, Berlîn / 72 rûpel