Diyarname
Di van demên dawî de li nav kurdan helbesta boykota li hemberî malên Tirkiyeyê di rojevê de ye. Di vê çarçovyê de nivîskar Yaqob Tilermenî jî nivîsek ji bo Yenî Ozgur Polîtîkayê nivîsiye û bal kişandiye ser aliyek din ê boykotê.
Tilermenî qala "boykota ziman" dike. Tilermenî dibêje "Ger tunekirineke sûcê mirovahîyê were pejirandin, kiryar û tevgerên dewleta Tirkîyeyê li bakurê Kurdistanê yên li hemberî helandina zimanê kurdî û trawmayên di ser zimên re bi kurdan têne jiyîn, bi serê xwe bes e ji bo serîrakirina li dijî vî sûcî. Ji ber ku "ziman, mala hebûnê" ya takekes e û mirov bi zimên dibe xwedî nasname. Ji ber wê ye ku zehfên kurdan ên çalakger ji bilî zimanê xwe bi tirkî siyasetê dike, bi tirkî dinivîse, bi tirkî derdikeve pêş û bi tirkî dibe kesê/a herî dijber li hemberî zimanê kurdî" û paşê van pêşniyaran tîne:
"Bila kirmanc (zaza) bi kirmancan re, bila kurmanc bi soranan re, bila soran bi hewraman re, bila hewraman bi loranan re tenya bi kurdî biaxivin. Em boykotekê li ser zimanên xwe bikin û bi tirkî, farisî û erebî bi hevdu re neaxivin. Helwesta rewşenbîrî û bîrbirî ev e ku pêşengên netewa kurd divê bi vî awayî tevbigerin.
Em boykota neaxaftina bi zimanê serdestan, li hemberî "XWE" bikin! Û em vê boykotê ne wekî kampanyayeke demkurtî pêk bînin, bi helwesteke mayîndeyî li hemû jiyana rojane belav bikin. Hingê dê siyasetmedarên me jî bi kurdî biaxivin û bi kurdî pirtûkên xwe binivîsin, hingê dê partiyên Kkurdan bi zimanê netewa xwe dan û standinan bi hev re bikin û nêzîktirî hevdu bibin, hingê dê talan û dizî û qirqirina çand û zimanê kurdî bêkêr bibe, hingê dê gotinên klîşeyî yên wekî "fam dikim, lê nikarim biaxivim!" ji ferhenga kurdan derkeve, hingê dê kurd bi zimanê xwe (ligel hemû devok û diyalektan) bibin kurd...
Em boykotekê li zimanê nava devê xwe bikin, em boykotekê li hemberî xwe bikin; bi zimanê serdestan neaxivin û qet nebe ji niha û pê ve bi axaftina Kurdîya Reş bûnewerîya xwe qehîm bikin: Em tenya BI KURDÎ BIAXIVIN!"
Yenî Ozgur Polîtîka