Silêmanî
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê ku bi diruşma, “Pirtûk ronahiya jiyanê ye" 14'ê mehê dest pê kir heta 23'yê mehê dê bidome.
Di 235'emîn salvegera avabûna bajarê Silêmanî de 1'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê 14'ê mehê vebû. Li dor 180 weşanxane û pirtûkxane beşdarî pêşangehê bûne. Ji Tunis, Erebistana Siûdî, Îmarat, Sûdan, Urdin, Iraq, Îran, Tirkiye û Pirtûkxaneya Giştî ya Kurdistanê jî li pêşangehê stand vekiriye.
Pêşengeha ku bi sponsoriya Şîrketa Etlas Esîl û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê hatiye vekirin, di bin çavdêriya Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih de bi rê ve diçe û rojane çendîn semîner, panel û çalakiyên hunerî têne lidarxistin.
Bi hezaran pirtûkên nivîskar, zanyar, dîroknas, wêjevan, hunermend û lêkolînerên navdar ên cîhanî, herêmî û Kurdistanê yên bi kurdî, erebî, farisî, tirkî û zimanên biyanî di pêşengehê de hatin nîşandan.
Gelek kesayetên rewşenbîr û hunermend yên wekî Aram Şêx Mihemed, Hemî Heme Seîd, Mistefa Seyîd Adil, Hemî Heqî Mihemed, Kamuran Şêx Salih, Aram Mehmûd, Dana Mihemed, Bextiyar Elî, Omer Berzencî, Cemal Îrfan, Stran Abdulla û Gelawêj Gezîze di vekirina pêşengehê de amade bûn.
Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir axaftina destpêkê kir û diyar kir ku divê li Kurdistanê zêdetir girîngî bi xebatên rewşenbîrî were dayîn û kurd bi rewşenbîrî parastina welatê xwe bikin.
Di pêşangehê de pirtûkên nivîskarên kurd ên ji rojavayê Kurdistanê jî hene. Weşanxaneya Bindarûk ji Rojava hemû pirtûkên nivîskarê me Helîm Yûsiv wekî çapek taybet di pêşangehê de pêşkêşî pirtûkhezan kirine.
Ji bo pirtûkhez û welatî serdana Pêşengaha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê bikin, otobûsên belaş hatine eyarkirin. 3 cih ji bo otobûsan hatine diyarkirin. Li ber Family Mall, Titanic û Baxê Giştî.
Agahiyên di vê nûçeyê de ji Rojnews û Pukmediayê hatine girtin