Diyarname
Kovara Sînefîlozofî "2'yemîn Rojên Sînema û Felsefeyê ya Neteweyî" lidar dixe. Çalakî dê rojên 22-24'ê vê mehê li Aksanat a li Beyogluya Stenbolê li dar bikeve.
'Sînema û etîk', 'Di fîlman de pirsgirêka azadiyê', 'Felsefeya îmajan a di fîlmên Godard de', 'Di sînemaya tirk de felsefeya ekolojiyê', 'Di fîlman de bîr û nostaljî', 'Bi fîlman felsefeya Nietzsche', 'Di sînemaya tirk de derhêner û fikir', ev û gelek mijarên din ên bi vî rengî di van sê rojên çalakiyê de bêne nîqaş kirin. Ji bilî van dê bi sernavê "Panela Derhêneran" jî li dar bikeve (23 sermawez, saet 18.00). Di panelê de derhêner Dervîş Zaîm û Pelîn Esmer di bin moderatoriya Serdar Ozturk û Işil Baysan Serim de biaxivin.
Ji bo agahiyên zêdetir û qeyda bo beşdariyê:
http://www.sinefilozofievents.org/