Cano Şakir
Kultur yek ji rengê jiyanê ye û tevgereke civakî ye ku di civakên mirovî de bingeha wê heye. Kultur di antropolojiyê de têgeheke bingehîn e û meydana fenomenê ye ku bi têgihiştina civakî ve girêdayî ye.
Vê yekê, di civakên mirovî de xwe di roja me ya îro de veguheztiye qunaxek din,
Hin aliyên şêwe û şêwazên mirovî, pêkanînên civakî yên mîna çand, formên derbirînê yên wekî huner, muzîk, dîlan û teknîkên wekî bikaranîna amûrên, çêkirina xwarin, stargeh û kinc, ew bi xwe zanîngeh û fakulteyên çandî ne.
Ev di hemî civakên bipêşketî de têne dîtin. Têgeha çanda materyal vegotinên fîzîkî yên çandê ne, yên wekî teknolojî, mîmarî û bê guman hunerî jî dihewîne, di heman demê de aliyên ne maddî yên çandê yên wekî prensîpên rêxistina civakî (di nav de jî kiryarên rêxistina siyasî û saziyên civakî), mîtolojî, felsefe, wêje (hem nivîskî û hem devkî) wekî ku hin aliyên wê vedigerin dîroka Kurdan a zargotinê.
Zanist ji mîrateya çandî ye. Ev ji nava rengê civakê pêk tê.
Di zanistan de hesta çandê wekî taybetmendiyeke ferdî wê asta çêdike ku ew çand di warê bipêşketinê ya huner, zanist û perwerdehiya etîkê de çêdike.
Li ser çandê jî nihêrînên cuda di navbeyna çîna “çanda bilind” a elîta civakî û “çanda nizm” de peyda dibin. Elaqeya çanda populer yan jî çanda belav a gelêrî ya çînên jêrîn bi karakterê gihîştina qada kapîtalîzma çandî re heye.
Di zimanê hevpar de çand bi gelemperî heye ku bi taybetî nîşanên sembolîk ên ku ji hêla komên etnîk ve têne bikaranîn da ku bi eşkere xwe ji hevûdu wekî cil û berg û hin tiştên din veqetînin.
Di civakên mezin de şêwazên girseyî û hilberîna agahdar a çanda gelên “bipêşketî” sedsala bîstan de derketiye holê û ji bo pirraniya civak û gelan bûye serdemeke zêrîn.
Hin dibistanên felsefê, wek Marksîzm di teoriya rexneyî de îdîa dikin ku çanda bi gelemperî ji hêla elîtan ve wekî amûrekê ji bo elîtan tê bikaranîn, da ku meriv çînên xwerû tevlîhev bike û hişmendiya derewîn biafirîne, û ev perspektîf di lêkolînên çandî de hevpar in.
Di zanistên civakî yên berbiçav de perspektîfa teorîk a materyalîzma çandî, çanda sembolîk a mirovî ji mercên maddî yên jiyana mirov derdikeve. Li ku derê mirov şertên ji bo zindîbûna laşî diafirîne çand li wir peyda dibe û bingeha çandê di pêşveçûna tevgerên biyolojîk de tê dîtin û wê were dîtin.
Gava ku wekî navê civakê tête bikaranîn, “çand” komek adet, kevneşop û nirxên civakê bi xwe ye wek grûbeke etnîk yan netewe.
Bi vê wateyê, pirrengîparêzî di nav çandên cuda de ku li heman jîngehê ne, bihevrejiyana aşitîxwaz û rûmeteke hevbeş nirx dike. Em dikarin rewşa Rojavayê Kurdistanê mînak bibînin ku di qonaxekê re derbas dibe ku hemî alî û pêkhateyên deverê dikarin ji van pernsîpan sûdekê wergirin. Bi vê yekê re pirr pêwîst e ku civakeke hevbeş û bi hêz ava bibe.
Di çarçoweya antropolojiya çandî de bîrdozî û pozîsyona analîtîk a relativîzma çandî îdîa dike ku çand nikare bi hêsanî bê fêrkirin yan nirxandin ji ber ku nirxandineke bi domdarî di nav pergaleke nirxdar de ye û ew bi xwe jî di nava çandeke taybet de ye.
Civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî reweşenbîr bi ezmûnên xwe dikarin pirr sûdê ji civakên bipêşketî wergirin û li ser bingeha antropolojiya vê serdemê dikarin xwe bi pêş ve bibin.
12.11.2019, Yenî Ozgur Polîtîka