Diyarname
Vê mehê yek jê ji bo zarokan sê lîstikên şanoyê di nav bernameya Şanoya Bajêr a Amedê de hene.
Li gor bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya meha sermawezê dê vê mehê sê lîstikan derxin ser dikê.
Di rojên 14, 15, 22, 23, 29 û 30'ê mehê de dê lîstikan “Xewna Şeveke Hevînê” bê lîstin. Lîstika ku metna wê aîdê William Shakespeare ye, Ferhad Feqî wekî derhêner bi rê ve biriye.
Lîstika din j3î stand-ap e. Stand upa Kemal Gokhan Gurses 16'ê mehê dê bê lîstin. Saeta destpêkirina van lîstikan 19.30 e.
Ji bilî van lîstikek jî yê zarokan heye di nav bernameya meha sermawezê de. Lîstiktina bi navê "Pîrê û Rovî" 24'ê mehê saet 12'yan de ji bo zarokan dê bê lîstin. Lîstika ku ji metna Malmîsanij a berhev kiriye de hatiye girtin, wekî rêveber Elvan Koçer bi rê ve biriye.
Şanoya Bajêr a Amedê li Galeriya li Ofîsa Amedê ye û xebatên xwe bi kurdî dimeşîne.