Diyarname
Kovana hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê Bîrnebûn niha bi hejmara xwe ya 75'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovara ku 4 mehan carek dertê di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cureyên din.
Dr. Mikaîlî ji belgeyên Osmanî gotara xwe li ser "Îskana kurdên reşî/rişwan" amade kiriye. Alî Çîftçî bi sernavê "Pêşmergeyak ji Heymanayê, Şîlana Mala Emer" hevpeyvînek ligel Şîlan Yaşar kiriye û ketiye nava bîranînan.
Rohat Alakom li ser "Mîrza Seîd, kurdê yekem li Swêdê" nivîsiye. Li gor Alakom nivîsiye ew ji Sineyê ye, dema di sala 1893'yan de tê Swêdê bi qasî sê mehan li vir
dimîne û wisa nivîsiye: "Wek em ê li jêr jî bibînin di vê dema kurt de ew çûye seredana gelek cîh û navendan. Ev agahîyên li ser mayîna wî ya li Swêdê hêvî dikim ji temamkiririna portreyeke wî ya giştî re jî bibin alîkar."
Îhsan Turkmen çîroka "Colo", Rûjhat Esîman jî "Varan" nivîsiye.
Ji bo têkilî
info@apectryck.se