Diyarname
Vê hefteyê 3 heb ji Tirkiyeyê, du heb jî ji derveyî Tirkiyeyê 5 fîlm ketin vîzyonê. "Petrunya" bi mijara xwe ya sade, "Pavarotti" jî bi jiyana Pevarottiyê navdar derdikeve pêş. Em serê pêşî "Petrunya"yê derdixin pêş.
"Petrunya"
Petrunya navê keçikek e. Li Bakurê Makadenyoyê li navçeyeke biçûk di cejna Teofanyayê de bi dehan kes ji bo xaçê ku peder avêtiye nav avê bidest bixin dikeve avê, lê ji aliyê din ê çem keçikek bi navê Petrunya xwe diavêje avê û xaçê derdixe. Bidestxistina xaçê ji aliyê jinan ve qedexe ye û mijar ji vir dest pê dike. Di fîlm de tundiya olê, mirovek ku dixwaze kesek ji wê hez bike, têkiliyê mirovî derdikevin pêş. Fîlmê ku îsal di Festîvala Fîlman a Stenbolê de jî hat nîşandayîn di Festîvala Fîlman a Berlînê de Xelata Jurî ya Ekumenîk bi dest xistibû.
Fîlmê ku derhêneriya wî Teona Strugar Mitevska kiriye, Zorica Nusheva, Labina Mitevska, Stefan Vujisic û Suad Begovski têde dilîzin.
"Pavarotti"
Fîlmê "Pavarotti" bi derhêneriya Ron Howard û lîstikvaniya Luciano Pavarotti, Spike Lee, Princess Diana, Bono derdikeve pêşberî temaşevanan.
Tenorê navdar Pavarotti li dinyayê bi albumên xwe rekor şikandin û li temamê dinyayê bi ser 100 mîlyon hebî de firot. Niha jiyana wî ya balkêş, rêya ku têre derbas bûye heta navdarbûnê hatiye bi fîlmekî nû derdikeve pêşberî temaşevanan.
Derhênerê xwediyê Oscarê Howard ji arşîva malbatê sûde wergirtiye û jiyaneke ku nehatiye vegotin a berî navdarbûnê pêşkêş dike.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Her Name is Petrunya / Derhêner Teona Strugar Mitevska
- Pavarotti / Derhêner Ron Howard
- Revep İvedik 6 / Derhêner Togan Gokbakar
- Yarali Keklik / Derhêner Taner Tunç
- Hapşuu / DerHêner Kenan Ozturk / Anîmasyon