Cano Şakir
Di qada rewşenbîriya îro de têgeheke zanyarî û wateya ku ji hêla komek mirovan ve hat pejirandin û têgihîştin çi ye. Hîna rewşenbîran ew zanyarî û wateyên ku ji hêla pergalên hevbeş ên ku civakê birêve dibin, tên bikaranîn, hîna baş ji hev dernexistine, ew zelal nekirine.
Rewşenbîr bi beşên xwe hemûyan li xwe di heman zanînê de digerin, rastiya xwe digihînin hev û di çarçoveyeke rasterast de li gorî têgeh û berjewendiyên civakê cih digirin da ku wê civakê ji nezaniyê û tariyê azad bikin, lê hinek ji wan rewşenbîran xwe ber bi berjewendiyên xwe yên taybet û berbiçav ve dibin, û rastiyan berevajî dikin. Ji ber ku rola rewşenbîrî bi pabendbûna wî bi wan mijarên ve yên ku heta dawiyê têne berhev kirin, tê dagirtin.
Ji bo damezrandina têgehên nû yên ronakbîrî û civakî, pêdivî bi vegotineke çandî ya rewşenbîran a rasterast di nav me Kurdan de heye. Lê di navbera rewşenbîr û endamên civakê de dubendî her tim peyda dibe û heye. Ji ber ragihandina xirab û pêşwaziya ku ji hêla hinek aliyan ve tête navnîşankirin, em du sedeman dibînin:
1- Krîza rewşenbîriya (kurd) di wê cihêwaziyê de ku ew xwe ji civakê dûr bi cih dikin û bikaranîna mercên ku civak ji wan fêm nake, axaftina wî bandorê nake û ti guheztinê bi xwe re naîne, pêşkeftina bilez a agahdariyê û zanyariyên girseyî ku aqilê rewşenbîriyê hewl dide ku sûd ji pêşketina rewşenbîriya xwe wergire, baş nayê ragihandin. Ya ku wî ji civakê cuda dike, ew rastî ye ku ew ji pirsgirêkên civata xwe re kêmtir elaqedar e; komên forumên elîta rewşenbîrî li deverên dûr ji civatê ne, encam jî ew e ku wan agahiyên xwe bi dûr xistin ji hewldana serlêdanê an jî berbi civakê ve birina van agahiyan; hêmana herî bi bandor ê bikaranîna hêzê ji bo hin rewşenbîran ew e ku ew û endamên civakê baweriya xwe bi vê kategoriyê ji dest bidin.
2-Sedema din jî kirîza civakê bi xwe ye.
Di encamê de civak ber bi bablîsoka rewşenbîran ve diçe ku carinan zanebûneke derewîn a ku civak pişta wî digire û ber bi helakê ve diçe, rê dide ku mixabin di hin raghandinên Kurdî de ev jî peyda dibe.
Ew rola endamên civakê yên grûpên perwerdekirî û çalak e ku xebata xwe ji kûr û axaftinên bi kûrtir dest pê bike. Da ku endamên civakê pêşî li hebûna xwe bi rêya xwe-zanînê û destnîşankirina hebûna xwe bi analîzkirina pevçûnan hayil bibin û ji bo wan pirsgirêkan çareseriyên bibandor bibînin. Ji ber ku takekes di civakê de dibîne ku berjewendiyên wî yên berbiçav navenda civakê bi xwe ne.
Siyasetvanên menfeetparêz ji vê hewcedariyê sûd werdigirin. Ew civatê bi piştgiriya rewşenbîrên derewîn û sazkirina sazî û dezgehên hukûmetê yên pejirandî yên ku armanca wan tenê ew e ku di nav berjewendiyên hin kesayetî û partiyên siyasî de, rastîneke derewîn derxînin pêş dinyayê. Ji bo aramiya hewcedariyên wan, ev pirsgirêkên kûrnasî-sosyolojîk an civakî hemû afirandin da ku civak tenê kirina derûdeyeke mutleq, ji rastiyê dûr û her hewldane dûr bixin. Û ji ber vê yekê gotûbêjeke çandî ya rastîn ku li ser wê yekê tête derbirîn, civak di heman demê de dizane ku gotûbêj rast e. Ji bo wê, ew vegotineke nerehet e û çareseriyên rast peyda nake.
Li vir rola rewşenbîrên ku endamên civakê yên kategoriya perwerdekirî û aktîv in, heye ku dest bi xebata xwe kûrtir bikin ji axaftin, nivîsandin û raghandina êş û dawxazên civakê.
29.10.2019, Yenî Ozgur Polîtîka