Gelo çirûskên "Bijareyên Kovara Ziryabê" bê bibin agir?
Welat Ramînazad
Yekemîn kovara muzîka kurdî Ziryabê di hejmara xwe ya yekem de eþkere kiribû ku dê "Pêþbaziya Muzîkê Ya Ziryabê" li dar bixe. Di encama pêþbaziyê de bi navê “Bijareyên Kovara Ziryabê” albumek hem wekî CD ligel hejmara sêyem a kovarê hem jî di platformên medyaya civakî de hat belavkirin.
Di albumê de yanzdeh stran hene, yek ji wan bi kirdkî, yek bi soranî û yên din jî bi kurmancî ne. Album hem bi kalîte û estetîk e hem di albumê de çirûskên afirînerî, nûxwazî û guhertinên mezin hene û hem jî her stranbêjê albumê di strana xwe de dide hîskirin û nîþandayîn ku cewhera muzîkjenî û hewldana arezû û endîþeyên afirandina muzîka hunerî di xwe de dihewîne.
Di albuma “Bijareyên Kovara Ziryabê” de çirûskên afirînerî, nûjenxwazî û çirûskên guhertinên mezin çi ne?
Di muzîka kurdî ya îroyîn de krîza neafirandin û xwedubarekirinê heye. Dema ku tiþtên nû nehatin afirandin ên heyî tên mezaxtin. Di muzîka kurdî de hunermendên afirîner pir kêm in. Îro mirov dikare bibêje ku piraniya muzîka kurdî bûye ji nû ve þirovekirin; kilam û stranên gelêrî û yên hunermendên berê ji nû ve tên þirovekirin. Li aliyê din jî endîþe û arezûya afirandina muzîkeke hunerî û baþ tune ye, a populerbûnê heye. Stranbêj dixwazin bi ji nû ve þirovekirinê bibin populer. Populerbûn dahatû û geþedana fenomena muzîkê zêde nake, tenê xwestina xelaskirina rojê heye û bazirganî ye. Hinek stranbêjên kurd ên xwedî cewher û potansiyel hewl nadin ku tiþtekî nû biafirînin û bi ji nû ve þirovekirinên stranan xwe qetil dikin...
Lê dema ku em guh didin stranbêjên Bijareyên Kovara Ziryabê em dibînin ku di wan stranbêjan de arezû û endîþeya zêdekirin û pêþvexistina fenomena muzîka kurdî heye. Hewl didin ku di muzîka kurdî de tiþtên nû biafirînin. Di albumê de çirûskên afirandina gotinên stranên nû, terzên muzîka nû, stranên nû û rêbazên nû diyar in.
Di muzîka kurdî de gotinên stranan hev dubare dikin û qels in. Gotinên stranan ku dilê guhdaran rehet û honik bikin pir kêm in. Di muzîka kurdî de çima gotinên stranên bihêz û xweþ nayên nivîsandin?
Yek, muzîka kurdî wekî erebesk, polîtîk, gelêrî û hunerî kategorîze dikim. Muzîka kurdî ya hunerî li gorî ya erebesk û polîtîk pir qels maye. Sedem jî ew e ku di nava muzîka erebesk û polîtîk de difetise, di bin hegemonyaya wan de maye. Gotinên stranên muzîka erebesk û polîtîk hema hema hemû hev teqlîd, kopya û dubare dikin. Ji ber ku muzîka kurdî ya hunerî bi paþ ve maye, gotinên stranan baþ nayên nivîsandin.
Du, piraniya muzîkjenên kurd helbesta kurdî, romana kurdî, çîroka kurdî naxwîne, haya wan jî jê tune ye. Edebiyata zimanê muzîka xwe nizane. Ma çawa gotinên stranên baþ bên nivîsandin?
Sê, di çend salên dawî de helbestên kurdî zêde tên stranîzekirin. Stranbêj bi xwe naxebitin, xwe naêþînin, gotinên stranên nû nanivîsin û helbestên kurdî didin ber xwarinê. Lê diviya stranbêjên kurd piþta xwe bidana helbesta kurdî, jê sûd werbigirtina û bi wî hawî gotinên stranên baþ binivîsandina. Stranîzekirina helbestên kurdî cureyekî tiralî ye. Ez nabêjim bila helbestên kurdî stranîze nebin, bila stranîze bibin, problem ne ev e. Problem ew e dema ku helbesteke kurdî stranîze bû, stranbêj çiqas kariye heqê helbestê bide? Ji xeynî çend mînakan, piranî heqê helbestê nayê dayîn; gotinên helbestan pir bihêz û kûr in lê muzîka stran û muzîkjen qels dimîne.
Çar, sedema sereke tiralî ye, ji nû ve þirovekirina stranan yanî “hazira konmak” e. Ji nû ve þirovekirin potansiyel û kapasîteya takekesî dîrekt dikuje.
Pênc, di nava kurdan de afirîneriya takekesî pir qels û bi paþ de maye, girseyî nebûye.
Di albûma Bijareyên Kovara Ziryabê de afirîneriya gotinên stranan berbiçav e. Gotinên stranên albumê asta gotinên stranên kurdî bilind û zêde kiriye. Di albûmê de gotinên stranan her stranbêjekî baþ û rind in. Dilê mirov hênik dikin, kula mirov derdixin, êþa mirov parve dikin.
Ji albumê mînaka gotinên strana Teþqele bi navê Bi Kîjan Meqamî favoriya min e. Hem gotinên wê hem muzîka wê û hem jî îcrakirina wê gelek serkeftî ye. Di muzîka kurdî de jî rengekî nû ye. Jiyanê, hîsan, tiþtan, hêmayan, encaman, erenîkirin an jî nerenîkirin, trajedîzekirin an jî komedîzekirin bi watedarkirina mirovê re çêdibe. Mirov dikare jiyanê erênî jî nerênî jî bike. Encama eþqekê dema ku jihevberdan, terkkirin, cudabûn, jihevveqetan, çûyîn, windakirin çi dibe bila bibe, a girîng, kîjan hunerî dibe bila bibe divê encamê eþqê neyê trajedîze û dramatîzekirin e. Çimkî huner divê ne teqlîdkirin û kopyakirina rastiyan be. Mînak, di piraniya muzîka kurdî de encama her eþqê û jiyanê tê nerênîkirin, trajedîze û dramatîzekirin. Lê di strana Bi Kîjan Meqamî de encama eþqekê nehatiye trajedîze û dramatîzekirin. Encama eþqê bi fehm û nêzîkbûneke din hatiye watedarkirin. Kêfa mirovî bilind û geþ dike. Di stranê de windakirina eþqekê hatiye îronîzekirin. Ji stranê risteya, “Bi halê xwe dikeniya(n)” Ji ber rewþa ku tê de ye xwe nekiriye mazoþîst û melankolîk,reben û belengaz.
Di albumê de gotinên “Xelîn”a Ferît Sevîm, “Êsîr”a Serdar Alaz, “Balada Þivanekî” ya Vedat Taniþ, “Xwazgînî”ya Rizgar Akan, “Þev”a Azîz Arslan, “Rojbûna Te Pîroz Be” ya Omer Ayhan û “Þewê Bêhewnî” ya Nidia Visser gelekî serkeftî ne. Li aliyê din jî ji bilî yek an jî du stranên albumê yên rihê þikestî û melankolîk, stranên din ne melankolîk, mazoþîst, ne xembar û ne bêneqeb in; tiþtek nikare bê kirin, tiþtek nayê guhertin.
Divê li vir em vê pirsê bikin: Gelo dewama vê afirandinê dê were an na ew stranbêj jî dê bi ji nû ve þirovekirinê xwe qetil bikin?
Di hemû stranbêjên albumê de xwestin û arezûya lêgerîna terzê nûjenxwaziyê heye. Strana Ferît Sevîm a “Xelîn” bi terzê bluesê gelekî baþ hatiye îcrakirin. Di hinek formên muzîka kurdî ya gelêrî de bi þêwaza bluesê stran tên gotin lê blues di muzîka kurdî de pêþ neketiye. Sedem jixwe diyar e: Muzîka kurdî ya hunerî di nava ya arabesk û polîtîk de dihetike û muzîka kurdî ya modern piþta xwe nedaye muzîka gelêrî, ji wê dûr ketiye. Bo min, tu terzê din ê muzîkê ne bi qasî bluesê azadker e û kêf û hezkirina jiyanê geþ nake. Gelo çima di muzîka kurdî de terzekî wilo yê azadker û kêfgeþ tune ye?
Çirûskên guhertinên mezin... Krîza muzîka kurdî çi ye? Krîza muzîka kurdî di nava xwe de ji çend krîzan pêk tê. Muzîka kurdî dema ku ji tradîsyona xwe ya hezar salan qetiya, ligel qetandina krîza ontolojîk, krîza bêkokî û krîza biyanîbûna xwe jî derket holê. Lewma di muzîka kurdî ya îro de stran, kilam û stranbêjên baþ û gerdûnî dernakeve. Di encama vê krîzê de îro muzîka kurdî çawa ye? Muzîkeke erebesk, polîtîk, teqlîdker, wekî pîne, xwe-dantesdîqkirin, xweîfadeker, neazadker, xemhez, êþhez û kulhez, nekêfgeþ û nekêfberz; muzîkeke ku tiþtên nû naafirîne, xwe dubare dike... Li derveyî wan stranbêjan albumên çend kesên ciwan ên din jî hene wekî Stran Sevîk, Xoser... Ev stranbêj dikarin muzîka kurdî ji vê krîza ku îro tê de ye derxin. Struktûra muzîka kurdî ya melankolîk, mazoþîst, êþhez û xembar biguherînin. Ji bo muzîka kurdî dikarin bibin mîladek...
Çima di muzîkjenên kurdan de afirîneriya takekesî tune ye? Muzîkjenên kurd, muzîkê bê felsefe dikin. Mînak, muzîkjenek bi terzê Jazzê muzîka kurdî dike, em ji wî/wê bipirsin: Jazz çi ye? Dîroka Jazzê çi ye? Hunermendên baþ ên Jazzê kî ne? Felsefeya Jazzê çi ye? Fonksîyona Jazzê çi ye? Struktûra Jazzê çi ye? Jazz bi kurdî divê çawa be, bi kurdî em dikarin Jazzê çawa kurdîwar û dewlemend bikin? Bi tetmînkarî jixwe nikare bersiva pirsên me bide, bi kûrahî xwe li ser wan pirsan neêþandiye. Dema ku bi Cazzê bi kurdî muzîkê dike, tiþtekî bêhnteqlîdî derdikeve holê.
Aliyê qels ê albumê; bêhneke teqlîdker û amatorî jê tê, negihîþtiye qonaxa reseniyê lê ji bo destpêkê normal e. A ku divê bê problematîzekirin; stranbêj dê albumên xwe di pêþerojê de bigihînin asta resenîbûnê an negihînin!..
Di salên dawî de, yek ji albumên herî baþ ên kurdî yên ku wekî guhdarekî muzîka kurdî min guhdar kiriye “Bijareyên Kovara Ziryabê” ye. Ez spasiya hemû kedkarên vê albumê dikim. Bi hêviya albûmên baþtir...
mjw4@outlook.com
***
Nivîsên Welat Rêmînazad ên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weþandin:
- Þiîra Hezê ya Arjen Arî: Xweteslîmnekirin û Berxwedana Li Dijî Bêhezîyê
- Ka Resenîya Romana Qal a Hesen Ildiz?
- Zêdebûn û kêmbûna romana 'Þeveke Îstismar'
- Xeyalkirina "Handa"yê û rastiya wê
- Xeletiya determînîzma romana ‘Hefsar’ a Hesenê Metê