Diyarname
Hevşaredarên Nisêbînê Simire Nêrgiz û Ferhat Kut, Hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar duh ji aliyê dadgehan ve bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn tewqîfkirin. Îro Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayyûman dest danî ser her du şaredariyan. Wezaretê Qeymeqamê Nisêbînê Mehmet Balikçilar ji bo Nisêbînê, Qeymeqamê Geverê Osman Dogramaci ji bo Geverê wekî kayyûm tayîn kir.
Her wiha Wezaretê bi kayûmê dest danî ser Şaredariya Culemêrgê jî. Wezaretê ji dêvla Hevşaredar Cîhan Kahraman Walî Îdrîs Akbiyik wekî kayûm şand wir.
Her sê şaredarî du sal berê jî bi kayûmê hatibûn desteserkirin lê di hilbijartina 31'ê adara îsal de kurdan ew dîsa bi dest xistibûn.
Heta niha Wezaretê bi kayûman dest daniye ser van bajar û navçeyan:
Amed:
- Şaredariya Bajarê Mezin
- Pasûr
Wan:
Şaredariya Bajarê Mezin
Mêrdîn:
- Şaredariya Bajarê Mezin
- Nisêbîn
Erzerom:
- Xinis
Culemêrg:
- Şaredariya Navendî
- Gever