Serdar AY
Peyv di devê me de hûrhûrî dibin ku di kêlîka peyivînê de ew dibine toz li ber bahoza vî şerê di navbera me û dînozorên desthilatdar de.
Şer, aşê peyvan e; lê peyv bi hêranê wî nabine ard… dibine xwelî ku em bi serê xwe de dikin! (Dîsa jî em ê dilê xwe piçekî xweş bikin û biramin ku em ê bikaribin vê xwêliyê bi serê banê xwe yê axî de bikin ku dilopan dike, ji mêj ve !).
Û zimanê me ne berwarî, lê tîkî digerin ku bi her gerînê re pevy têwerdibin…
Gava peyv têwerbibin, însan edeba xwe winda dike û ji ber vê yekê jî ji însaniya xwe dikeve; wekî lepek goştê kerr û lal li rasta vê dinyayê dimîne ku erda wê hişk û ezmanê wê bilind e... Lê bîra laşê ji goştî jî heye ku ji bîr nake. Lewma, laş jî dikare serhildêr û berxwedêr be (Zimanê ku bi tenê bi kêrî ragihanê (communication) tê jî -ne afirandinê (création)- di asta goştekî mêşinî de ye). Lewra, li xakên bindest ku “nikarin bipeyivin”, mirov bêhtir bi ‘laş’ên xwe li ber xwer didin, sêrî hil didin, têditekoşin û ji ber vê yekê ye ku ew pirr û pirr dimirin… Ew qasî ku serkeftina wan, peyva wan, edeba wan bi tenê bi gelek mirinên wan pêkan dibe.
Eger ne wiha bûya, Amílcar Cabralê gîneyî ku li dijî kolonîzatorên portekîzî li ber xwe dida, serî hildida bi gelê xwe re, ne digot: “Helbesta min, ez im”.
“Wateyên hevokan nîn in, hevokên wateyan hene. Ji ber ku hevoka her wateyê jî nîn e çîrok hene…” Û “her kes lehengê çîroka xwe” bû. Lewma, ne şervanê/o (em ne şervan in, yên ku şêr çê dikin û şer dikin serdest in), lê serhildêrê/o, berxwedêrê/o (em bindest in ku li ber xwe didin û sêrî hil didin) “ keskesor e li ezmano…”
serdar.heyv@gmail.com