Diyarname
Fanzîna bi navê "Flashhilat" ku li ser fotografiyê nivîs û wêneyan diweşîne hejmara xwe ya bi navê "Flashava" derket.
"Flashhilat" ku mehê carek derdiket heta niha 8 hejmarên xwe derxistibûn. Di dema hejmara 9'an amade dikir Tirkijyeyê êrîş bi ser Rojava. Amadekarên "Flashhilat"ê jî li ser vê yekê ragihandin ku dê hejmara xwe ya 9'an bi navê "Flashava" derxin. Edîtoriyê li ser vê yekê wisa gotiye: "Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Loma, fanzîna me ya ji fotografiyê dinizile, di hejmara nehan de navê xwe 'flashhilat'ê diguherîne û dike 'flashava'; sed silav û serketin li neteweya me ya li vê hêlê û li wê hêlê."
Di vê hejmarê de nivîskarê malpera me Diyarnameyê Şêxo Fîlîk hin hevokên Italo Calvino û Yavuz Ekinci bi bîr xistine û bi fotografekî ku Evîn Fîlîkê girtiye "Berojkê Kolajê" çêkiriye
Ciwanmerd Kulek bi "Fotraf û Bîr II" nivîseke xwe ya ku beşa wê ya yekê di sala 2017'an de hatiye weşandin temam kiriyeç
Esra Galtekin bi otoportreyên navên wan "Sînorên Redkirinê" balê dibe ser kifşkirina rû û por û bedenê.
Muşerref oönul Açar, bi "Şemamok, Bûn An Jî Nebûn"ê li dû şopa toza rêwîtîyeke li Îranê dikeve.
Birûsk Aryan bi "Rûniştina li Ser Derencekan", Filiz Sutpak bi fotografekî kûçikekî behsa "parêzvanî"yê di vê hejmara fanzînê de cih girtiye
Di berga paşî ya fanzînê de bi navê "Nexşeya Nebûnê" fotografekî Rêkaş Qaso heye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
flashhilat@gmail.com