Diyarname
Bi navê "Engelsiz Filmler Festivali" ev 7 sal in festîvalek lidar dikeve. Festîval niha li Stenbolê dest pê kir û heta 9'ê mehê didome. Fîlmên festîvalê li Salona Sînemayê ya Zanîngeha Bogazîçî (SîneBu) têne nîşandayîn.
Armanca festîvalê ew ku astengiyên li pêşberî temaşekirina fîlman rake. Fîlmên têne nîşandayîn ji bo kesên astengiyên wan ên dîtin û bihîstine hene hatine amadekirin û ew jî dikarin lê temaşe bikin.
Festîval di navbera 7-9'ê vê mehê li Stenbolê, 11-13'yê mehê li Eskîşehîrê (li Navenda Çanda Yunus Emre) û di navbera 16-20'ê mehê de jî li Enqereyê (Li Navenda Hunerên Hemdem a Şaredariya Çankaya û li Goethe-Institut) li dar dikeve.
Di festîvalê de 48 fîlm hene. Nîşandayîna fîlman û çalakiyên din ên festîvalê bê pere ne.
Ji bo agahiyên Zêdetir:
www.engelsizfestival.com