Diyarname
Akademîsyen û nivîskarê kurd Remezan Alan vê carê bi pirtûka xwe "Keşkûl" li pêşberî xwendevan û xwendekarên xwe ye. "Keşkûl" ji aliyê Weşanên Peywendê ve hat weşandin û niha li Fûara Pirtûkan a Amedê tê belavkirin.
"Keşkûl" ji gelek gotar û axaftinên Rezeman Alan ên di konferans, panel, kombexat û semîneran de di navbera 2010-2019'an de pêşkêş kirine pêk tê. Beşek jî ji xwendinên wî di dema amadekirina tezê da doktorayê de derketine holê cih girtine. Qîmeta gotarên di pirtûkê de hatine berhevkirin mijarên wan, nirxandinên li ser mijaran ku dikare her di rojeva kurdî de be. Alan di pirtûka xwe ya berî vê "Bendname"yê de jî gotarên bi vî rengî yên rexneyî û nirxandinî weşandibûn. Ev pirtûk dikare wekî berdewama wê jî bê dîtin.
Li dor 15 gotar hatine weşandin ku çend heb ji wan sernavên wan bi vî rengî ne: "Folklor di romana kurdî de", " Wek Neqla Tecrubeyekê Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî", "Rêbaz û Kêşeyên Giştî yên Dersa Edebiyata Kurdî ya Modern", "Endîşeya ji bo Ziman", "Ji Nifşê Pawarê Hawarê Nasnavê Nivîskarekî".
Alan bi van gotinan pirtûka xwe pêşkêş dike: "Bi kîjan motîvasyon, psîkolojî an derdî hatibin nivîsîn bila hatibin nivîsîn, hêvî ew e ku gotarên vê kitêbê balkêşî û ferqek çêkin ser mijar û edebiyat û çanda kurdî û îlham bidin xebatên din."
7'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ku niha li Amedê didome Weşanên Peywendê ji stand lê vekiriye û pirtûka Alan "Keşkûl" jî ji bo kesên bixwazin li standê tê belavkirin.
Remezan Alan kî ye?
Remezan Alan li Şêrwana Sêrtê hatiye dinyayê. Heta lîseyê li wir xwendiye û di sala 1991'ê de ji Beşa Edebiyat û Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Pîleya lîsansa bilind li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê ji beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî wergirtiye. Ew li vê enstîtuyê heta sermaweza 2017'an wekî hîndekar xebitiye lê bi KHK'yê ji kar hatiye avêtin. Di sala 2019'an de ji Zankoya Zaxoyê ji pişka Zimanê Kurdî pîleya doktorayê wergirtiye.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
- Saturn (Roman), 2002
- Bendname (rexne, ceribîn), 2009
- Folklor û roman (rexne), 2013
- Tîr û Armanc (rexne, ligel Ergîn Opengîn amade kiriye), 2014
- Zanista Edebiyata Modern (teoriya edebiyatê û vegêrannasî), 2015
- Keşkûl, 2019
- Keşkûl / Remezan Alan/ Weşanên Peywend / Lêkolîn-nirxandin / 2019 / 229 rûpel