Diyarname
Sea-Eye’ya alman bi navê Alan Kurdî keştiyek ji bo rizgarkirina penaberan amade kiribû; niha bavê Alan Kurdî got ku ew dixwaze di vê keştiyê de bixebite û ji bo rizgarkirina penaberan bixebite.
Bavê Alan Kurdî, Evdile Kurdî di sala 2015’an de dema bi malbata xwe re bi gemiyeke pifdayî ji Tirkiyeyê bi qaçaxî ber bi girava Kos a Yewnenistanê ve ketibû rê, gemî fisiyabû û di encamê de hevjîn û her du zarokên wî canê xwe ji dest dabûn. Piştî wê yekê wêneyê kurê wî Alan Kurdî yê bê can hatibû qeraxê, li cîhanê belav bûbû û dengekî mezin vedabû. Li ser vê yekê nûnerên gelek welatan daxuyanî dabûn û rewşa metirsîdar a ku penaber di rê de pê re rû bi rû dimînin ketibû rojeva cîhanê.
Saziya alîkariya penaberan Sea-Eye bi keştiya xwe ya bi navê Alan Kurdî penaberên li ser deryayê yên bi metirsiya xeniqînê re rû bi rû ne rizgar dike. Keştiya ku heta niha gelek welatan rê li ber girtiye, 10‘ê rezberê xebata xwe li nêzîkî Maltayê rawestand û niha li Burriana Spaynyayê ye. Saziya Sea-Eya dixwaze ji 10’ê meha pêş û pê de xebata xwe berdam bike lê belê niha li benda alîkariya madî ye.
Li gor nûçeya Die Welt ku xwe disipêrê hevpeyvîna îro ya Evdile Kurdî ya bi rojnameya îtalî La Repubblica re, wî gotiye ew kêfxweş e ku keştiyek bi navê kurê wî penaberan ji deryayê rizgar dike. Evdile Kurdî berî niha careke din zewicî û niha bi hevjîna xwe re li benda zarokekî ne: “Piştî kurê min were dinyayê, ez ê herim ser wê keştiyê, ji bo penaberan ji deryayê rizgar bikim. Ez dixwazim wê alîkariyê bidim wan, ew alîkariya ku tu kesî bi min re nekir.”
Berdevkê Sea-Eye, Gorden Isler jî piştrast kir ku ew derbarê planên dahatuyê yên Evdile Kurdî de agahdar in û pê re di nava têkiliyê de ne: “Me têkiliyeke hîsî ya germ bi malbatê re daniye. Hinga me hemû pêwistiyên rêxistinî bi cih anîn û qediyan, em ê kêfxweş bibin Evdile di keştiyê de li cem xwe bibînin. Evdile wê wekî endamekî tîma keştiyê peywiran jî bigire ser milê xwe.”
Li gor rojnamê, Evdile Kurdî niha li Hewlêrê dijî û saziyeke alîkariya zarokan li kampên penaberan bi rê ve dibe.