Diyarname
Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de piştî Amed û Wanê, îro Diyarbekir jî bi ser ket.
Maçên dawî yên Dora 3'yan a Kûpaya Zîraatê îro hatin lîstin. Yek ji wan maçan jî di navbera Diyarbekir û Eskîşehîrê de bû. Eskîşehîr di Lîga 1'emîn, Diyarbekir di Lîga 3'yemîn de dilîze. Maç li Amedê bû. Di deqîqeya 18'an de Eskîşehîr bi lîstikvanê xwe Îbrahîm Halîl Oner bi 1-0 derket pêş. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Diyarbekir Sporê xwe nîşan da. Di deqîqeya 50'î de Tonulay Yurtseven, di deqîqeya 62'yan de Reşo Akin li ser navê Diyarbekir gol avêt û encam bû 2-1. Di deqîqeyên dawî de encam neguherî û bi vê yekê Diyarbekir derbasî Dora 4'an bû, Eskîşehîr vegeriya mala xwe.
Di maçên duh hatin lîstin de Amed Spor û Wan BB jî bi ser ketibûn û derbasî Dora 4'an bûbûn.
Maçên mayî dê sibê bêne lîstin û Dora 3'yan bi dawî bibe.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Amed Spor û Wan Spor bi ser ketin
- Reqîbên Amed, Diyarbekir, Wan Sporê diyar bûn