Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdan gotûbêj û pêşangehek li dar xist.
Navenda Çanda Mezopotamyayê di nav bernameya xwe ya avrêlê de ji bo 22’yê mehê Roja Rojnamegeriya Kurd çalakî da dest pê kirin. Li gor vê çalakiyê pêşangeleke li dar xist û gotûbêjeke bi beşdariya zimanzan Zana Farqînî û rojnameger Cemil Oguz li dar xist. Pêşangeh û gotûbêj duh li dar ketin.
Pêşangeha ku ji wêneyên bergê yên rojname û kovarên kurdî pêk tên dê heta dawiya mehê li NÇM’ê vekirî be. Di pêşangehê wêneyên rojnameyê Kurdistan, yê Azadiya Welat, kovarên wekî Vate, W, Nûbihar, Tîroj û Pîne û hwd. hatin pêşkêşkirin.
Di gotûbêja ku li ser rojnamegeriya kurd hate lidarxistin de jî zimanzan Zana Farqînî û rojnameger Cemil Oguz wekî axifger beşdar bûn.
Pêşî Oguz li ser dîroka rojnamegeriya kurd, yekem rojnameya kurdan “Kurdistan” sekinî, qala jîrbûna avakarê “Kurdistan” Mîthad Mîqdad Bedirxan û got; “Bedirxan kesekî hem pêşbîn û hem jîr bû. Di wê demê de li dinyayê rojname derketibûn, amûrên ragihandinê rojname bûn, Bedirxan ev girîngî dît û dest avêt derxistina rojnameyê. Lewma ew gelek pêşbîn bû, pêşiya xwe didît, dizanî pêdiviya kurdan bi rojnameyê heye.”
Oguz gotin û daxwazên Mîthad Mîqdad Bedirxan ên di rojnameyê de weşandibûn û helwesta weşanên kurdan ên niha dan ber hev û got; “Bedirxan di rojnameyê de nivîsî bû ‘li dinyayê li ku derê fêrgeh hene, welatên dinyayê çawa şer dikin, çi dikin ezê qala wan bikim. Ew çawa ticaretê dikin, qencî li ku ye ezê qala wan bikim’ Yanê Bedirxan ji bo ku agahiyan pêşkêş bike rojname derxistibû, armanca wî xizmet bû, lê weşanên me yên kurdan ên niha agahî pêşkêşkirin daniye aliyekê, propagandaya partî, rêxistinên ku pişta xwe didane kê dikin. Ez nabêjim bila siyaseta wan weşanan nîn be lê divê weşana wan ji bo hemû kurdan be.”
Zimanzan Zana Farqînî jî li ser zimanê rojnameyên kurdan sekinî, da zanîn ku berê gelek weşanên kurdan bi du zimanan weşan kirine û wiha berdewam kir: “Piştî ‘Rojname’ hejmareke hema bêje wekî prova derket, ‘Welat’ dest bi weşanê kir û hemû bi kurdî bû. Dema dest bi weşaneke wisa dihat kirin, pêşî nîqaş hatin kirin dê bi kîjan alfabeyê ba. Biryar hate girtin ku bi alfabeya Celadet Elî Bedirxan rojname derkeve. Rojname digel pêşvebirina ziman, ji aliyê ragihandinê ve jî girîng e.”
Farqînî da zanîn ku di nav demê de ji aliyê çêkirina peyvên nû de hin zehmetî hatine kişandin û ji bo vê yekê jî ev mînak da; “Di dema Welat de meyê peyva ‘Uçaksavar’ bikarbianiya lê meyê çi bikarbianiya. Me tiştek got lê di heman demê de me serî li ‘Hawar’a Celadet da. Hawar dîsa hate hawara me, me dît di wir de ‘Balafirşikên’ hatiye bikar anîn, me ew bikar anîn. Di peyvên nû de me gelek serî li wê da, her wiha weşanên ku kurdên me yên li Ewropayê derxistibûn jî ji bo me bûn çavkanî. Berê zêde ferheng jî nîn bûn. Niha pirsgirêkên wisa nemane lê ev nayê wê wateyê ku sedî sed pirsgirêk ji holê rabûye.”
Her wiha Farqînî gotina “Ziman ême hemûyan e” bikaranî û got; “Ziman ne ê partiyan e, ziman ê me ye û divê em wekî bîbika çavên xwe li ziman binêrin.”
Foto: Selim Akgul


