Diyarname
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî sibê diçe Hêrema Kurdistana Federe û li wir dê ligel Mesûd Barzanî hevdîtinê saz bike.
Temelli ligel heyeta xwe dê roja 7'ê mehê here Hewlêrê û Silêmaniyeyê. Hevdîtina heyetê dê 5 rojan bidome.
Hat gotin ku dê di hevdîtinê de li ser pêşketinên dawî, rewşa kayûman, rewşa Qampa Mexmûrê hevdîtin bê kirin.
Li gor nûçeya rojnameya Yenî Yaşamê piştî vê heyetê dê heyetek din ji HDP'ê here Bexdayê.
Heyeta jinan jî çûbû
Heyetek jinan ku ji mebûsên jin ên HDP'ê pêk hatibû jî vê hefteya dawî li Başûr bû û bi gelek saziyan re bi taybetî jinên di nav wan saziyan de re hevdîtin pêk anî bû.