Diyarname
Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Stenbolê "!F İstanbul" îsal 18'emîn car dê li dar bikeve. Festîvala ku her sal di meha reşemiyê de li dar diket îsal ji ber sponsoriyê navber dabû lê niha carek din amadekaran xwe dan hev û payîzê li dar dixin. Îsal Festîvala 18'emîn dê rojên 13-22'yê rezberê li Stenbolê, 19-22'yê rezberê li Îzmîr û Enqereyê li dar bikeve. Festîvala ku xurtkirina pirdengiyê ji xwe re dike hedef niha beşên ku dê têne fîlm bêne nîşandayîn û endamên juriyê eşkere kirin.
Di beşên wekî !f Gala, !f Efsane, !f Belgefîlm jî di nav de di bin gelek beşan de dê fîlm bêne nîşandayîn. Derhênerên wekî Jim Jarmusch û Joanna Hogg jî di nav de gelek derhêner dê bibin mêvanên Stenbolê. Fîlmên van derhêneran jî yekemîn car dê bêne nîşandayîn.
Fîlmên Galayan
Di nav fîlmên "Gala"yan de fîlmên wekî “About Endlessness”, “The Souvenir”, “The Dead Don’t Die” (Derhêner Jim Jarmusch), “Too Late to Die Young” (Derhêner Dominga Sotomayor Castillo) û “I Lost My Body” jî têde dê 10 fîlmî derketin pêşberî temaşevanan.
Derhêner Doy Andersson 14 salan li ser sêbareya "Yên dijîn" xebitî û temam kir, piştî wan “About Endlessness” kişand. Ew fîlm niha dê bê nîşandayîn.
Derhêner Joanna Hogg bi fîlmê xwe "The Souvenir" îsal li Festîvala Fîlman a Sundance Xelata Mezin a Juriyê girt û niha ew fîlm tê Stenbolê. Fîlm qala çîrokeke tevlihev a evînî ku di salên 1980'yan de derbas dibe dike.
Fîlmên tirk ên klasîk
Hin fîlmên tirk ku bûne wekî klasîk jî di çarçoveya "!F Efsaneyên Sînemaya Tirk" de bêne nîşandayîn. “Tabutta Rovaşata” (Derhêner Derviş Zaim), “Ağır Roman” (Derhêner Mustafa Altioklar), “Eşkiya” (Yavuz Turgul), “C Blok” (Derhêner Zekî Demîrkubuz) û “Salkim Hanim’in Taneleri” (Tomris Giritlioglu) di vê beşê de têne nîşandayîn.
Endamên juriyan
Di beşa "Keş!f" de di bin serokatiya Michel Franco de jurî ji wî û ji Bariş Saydam û Deniz Eyuboglu Aydin de hatiye sazkirin.
Di kategoriya "!f Neteweyî" de serokê juriyê Ezel Akay e, Damla Sonmez û Asja Krsmanovic jî endamên juriyê ye.
Her wiha di bin serokatiya Anna Henckel-Donnersmarck de ew û Ayşe Kartal dê "Kurteyên Ji Tirkiyeyê" binirxînin û serketiyan diyar bikin.