Diyarname
Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk tevî heyeketê çûn serdana Diyarbekirsporê.
Diyarbekirspor par ji Lîga Super ketibû û îsal di Lîga Yekem a Bank Asya de dilîze. Hevserokên KCD'ê Turk û Tugluk çûn serdana klûba Diyarbekirsporê, bi Serokê Diyarbekirsporê Çetin Sumer û rêveberên klûbê re hevdîtinek pêk anîn û diyar kirin ku wê piştgiriya wan a ji bo Diyarbekirsporê bidome.
Di serdanê de Turk axaftineke kir, diyar kir ku ji ber gel beşdarî rêvberî nebûye, ji ber rêveberê bi îradeya gel derneketiye holê û ji ber têkiliyên dewletê yên bi Diyarbekirsporê re di asteke ne rast de pêk hatine têkçûneke derketiye holê.
Turk got ku ji ber li sehayên derve li hemberî Diyarbekirsporê bandoreke neyînî ya psîkolojîk li Diyarbekirsporê hatiye kirin ev bandor li lîstikvanan jî kiriye û wiha dom kir: "Bi qasî min dît derfetên aboriyê ku Diyarbekirsporê li ser lingan bigirin û ji ber hin deynên ji bo federasyonê hema bibêje tîm nikare bixebite. Lê êdî divê em vê mijarê bigirin rojeva xwe, bi awayekî dirêj biaxivin û nîqaş bikin. Ji bo lîstikvanên Diyarbekirsporê derkevin sehayê emê bikevin nav her cure hewldanan. Rêveberiyên me yên herêmî û şaredariyên me wê piştgiriyê bidin. Lê di rastiyê de tiştê ku tîman li ser lingan digire federasyona fûtbolê û walîtî ye. Em wekî partî, wekî rêveberiyên herêmî û wekî gel emê li hemberî federasyona ku tîmê belav dike helwesta xwe nîşan bidin."
Ahmet Tur diyar kir ku helwesta Federasyona Fûtbolê siyasî ye, tiştên ku walîtî dike pê dixwaze tîmê bigire bin destê xwe, ji şaredarê û gel dûr bigire." Her wiha Turk got ku çi ji destê wan bê dê bikin.
Serokê Klûba Diyarbekirsporê Çetin Sumer jî diyar kir ku karê wan spor e, ne siyaset e û ev yek lê zêde kir: "Lê mixadin di deplasmanan de ew kişandine nav rewşek siyasî. Tekane şahiya bajêr sporê ji bo em bi pêş ve bibin emê bixabitin."
Foto: DÎHA


