Diyarname
PEN'ê, TTB'ê, parezeran daxuyanî dan, li bajaran jî çalakî hebûn. Vane hin agahiyên îro li ser kayûman.
PEN'a Tirkiyeyê daxuyanî da
PEN'a Tirkiyeyê li ser kayûmên ku dest danîne ser şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê û li ser nivîskar Ayşegul Tozeren ku hê jî binçavkiriye daxuyaniyeke nivîskî weşand.
PEN'ê bi kayûmê destdanîna ser şaredariyan bi gotina "Biryar dijî serbixwebûna dadgehê", "dijî serdestiya demokrasiyê" ye û destdanîna şaredariyan kurdan rexne kir. PEN'a Tirkiyeyê girtina nivîskar Ayşe Tozeren jî rexne kir. Tozeren hê jî li binçavan e û li bendê ne ku sibê derxin pêşberî dadger.
Li Îzmîrê parêzer hatin binçavkirin
Li Îzmîrê jî 26 jê parêzer 27 kesan xwest daxuyanî bidin lê hemû hatin binçavkirin.
TBB: Delîlên xurt nîn in
Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) li ser meseleya destdanîna ser şaredariyan kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û wisa got: "Wezareta Karên Hundir şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar giritne, ev yek bi awayekî mafdar di nav raya giştî de tê nîqaşkirin. Ji ber ku yên bi hilbijartinê hatine ser kar ji kar girtina wan îstîsna ye. Kesên bi hilbijartinê hatibin ser kar bêyî delîlên xurt hebin divê ji kar neyên girtin."
TBB'ê got ku YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) di hilbijartina van şaredaran de tu pirsgirêk nedîtiye û niha çima ew ji kar hatine girin divê sedemên berbiçav bêne eşkere kirin.
Çalakiyên îro
Îro dîsa li Amed, Wan, Mêrdînê jî dijî biryara destdanîna ser şaredariyan ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve çalakÎ hebûn.