Osman Ozçelîk
Di vê nivîsê de dixwazim ji we re behsa nivîskarekî mezin; Stephan Zweig û romana wî ya biyografîk, Fouché (Fûşê) bikim.
Heke hûn wêjehez bin û heta niha we tu berhemên Zweig nexwendibin, dizanim hûn valahiyeke nediyar ya nenavkirî, di mejî û ruhê xwe de hîs dikin. Hûn dixwînin belê tûrikê zêhnê we yê wêjeyê qet tijî nabe. Bizanibin ku sedema vê valahiyê, nexwendina Zweig e. Ger nêteke we ya nivîsê hebe, heta hûn çend pirtûkên Zweig nexwînin, qet destê xwe neavêjin pênûsê.
Stephan Zweig, di sala 1881an de, li bajarê Wiyenna ya Awistiryayê wek kurê bazirganekî cihû hatiye dinyê. Perwerdehiya wêje, felsefe û ziman dibîne, hînî; îngilîzî, frensî, yewnanî, îtalî û latînî dibe. Xelata helbestê werdigire. Helbestên Verlaine û Charles Baudelaire ên fransiz werdigerîne bo almanî.
Zweig, wahşeta şerê yekemîn ê cîhanê jiyaye, yekî humanîst e. Li Almanyayê “Partiya Sosyalîst a Neteweyî” ya Hîtler tê ser hukim. Zweig, bêhna tevkujiyekê, bêhna şerekî mezin, distîne. Welat bi welat digere, li tu derê hewiya wî nayê, sitarî nakevê. Di sala 1941an de, diçe li Brezîlyayê bi cih dibe. Mixabin nivîskarê hêja li wir jî; hizûr, aramî û rihetiya ruh û zêhnê xwe nabîne. Rewşa aloziya Ewropa û Dinyayê, guregura ewrên reş ên şer, wî dike nav hesten reşbînî û naçariyê. Dibêje: “Çawa yek dikare şer bide destpêkirin; divê yek jî bikaribe aştiyê bide destpêkirin.”
Di wan rojan de romana xwe ya dawî ya navdar, Lîstikvanê Kişik dinivîse. Hêvîşikestî ye. Li bajarê Petropolisê bi xaza hewayî xwe û jina xwe jehrdadayî dike, dimirin… Ew hosteyekî nivîsên ceribandin û biyografiyan e. Yek ji yeka din hêjatir, gelek roman û çîrok jî nivîsiye.
Zweig, di sala 1929an de berhema xwe ya “Portreya Siyasetmedarekî: Fouché” dinivîse. Romaneke biyografîk a serkeftî. Jiyana siyasetmedarekî rastîn wek lehengekî romanê raxistiye ber çavan.
Zweig, di pêşgotina berhemê de, dibêje; “Pir kêm caran bandora mirovên xwediyê fikrên rast ên hêja, li ser siyasetê dibe… Me di şerê cîhanê yê yekemîn de dît ku; mirovên kesayetiya wan lawaz, kesên bi guman, ên ku di civakê de derneketinê pêş, her li paş perdê mane, biryara şer dane… Ji bo tîpolojiya siyasetmedarên wisa bê naskirin, min jînenîgariya Joseph Fouché nivîsî.” Zweig dibêje, hîna li her derê dinyayê em zarokên xwe teslîmî van dîplomat û siyasetmedarên qumarbaz dikin, ew jî şeran derdixin.
Dîroknivîsên fransiz bala xwe nedane ser Fouché. Gava navê wî derbas bûye jî, tenê bi çend hevokan bêexlaqiya wî û nefreta xwe, anîne ziman.
Em ji pêşgotinê hîn dibin ku Zweig di bandora Balzac de biryar daye ku vê berhemê binivîse. Balzac gotiye; “Fouché karakterekî herî balkêş ê sedsala ku ew jî tê de jiya bû. Min heta niha mejiyekî wisa biaqil nas nekiriye.” Victor Hugo jî gotiye, “Fouchê yekî ruh şeytan, rûmirî bû.” Zweig jî dê jînenîgariya vî siyasetmedarê çivbaz ê herî bênamûs ê li ser rûyê dinyayê binivîsiya.
Serdema ku Fouché bandor li ser siyaseta Fransa kiriye salên 1791-1816 e. Ango piştî şoreşa bûrjûwaziya Fransa, wê şoreşa ku dê bandoreke mezin li ser dîroka mirovahiyê bike. Beriya şoreşê li Fransa feodalî serdest e, qral Louis li ser text e. Pergala feodaliyê, bi destê şovalyeyan û çîna ruhbanan de, bi hukmê zorê li ser piyan dimîne. Civak bi destê tovrindan (esilzadeyan) tê birêvebirin. Li bajaran çîna bûrjûwa bi bazirganiyê dewlemend bûye, dixwazin di rêveberiya Fransayê de xwedî erk bin. Filozofên wek; Descartes, Montesquieu, Voltaire û J.J.Rrousseau digotin, hemû însan wekhev in û divê pergaleke ku gel jî di rêveberiyê de hebe, were avakirin. Dirûşmeya, “Azadî Wekhevî Biratî” dibe sembola şoreşê.
Li Fransa sala 1789an nûnerên; esîlzadeyan, ên dêrê û yên gel di meclîsê de ne. Nûnerên gel dixwazin erkên qral bi sînor bikin, qral qebûl nake. Gel radibe ser piyan, diajon ser girtîgeha “Bastille” ku wek sembola pergalê dihat dîtin. Şoreşê destpê kiribû…
Piştî şoreşê, “Meclîsa Avakar a Neteweyî” lidar dikeve. Sê grûbên bûrjûva di meclîsê de ne. Koma “Jirondenan” pîşesaziya giran (endustrî), bûrjûwayên xwedî erd û milk, bazirganên dewlemend û arîstokratan temsîl dikin; “Jakobenîst” radîkalên demokrasîxwaz, ên wek komunîst-sosyalîst dihatin naskirin û “Destûrparêz” ên ku doza destûreke nû dikin û ji tundiyê dûr in, temsîl dikin.
Joseph Fouché, yê ku ew ê di pêşeroja şoreşê de roleke giran bilîze derdikeve qada siyasetê. Di sala 1759an de, li bajarê Nantes hatiyê dinyê. Malbata wî deryavan in, bazirganiya koleyan dikin. Ji ber ku ne tovrind e Fouché, nikare di karê dewletê de bixebite. Piştî xwendina olî, di xelwetxanê de kar dike; li dibistana rahîban mamostetiya dersên fîzîk û matematîkê dike. Wek pêgirê qral tevdigere, monarşîst e.
Fouché, di vê serdemê de, siyasetê ji nêz ve dişopîne, dibîne ku çîna bûrjûwa bihêz dibe, cubbeyê xwe diavêje. Bi bûrjûwayan re têkiliyê datîne, wek yekî lîberal tevdigere. Bi keçeke nexweşik belê dewlemend re dizewice. Dibe endamê komeleya jakobenan, dostaniyê bi Robespierre ê parêzerê radîkal ê jakobenîst re datîne. Fouché wek yekî radîkal tê naskirin, belê bi koma jirondenan re, di 32 saliya xwe de tê hilbijartin. Di meclîsê de jironden zehftir in û desthilatdar in, bo wê Fouché bi wan re ye, li meclîsê li gel wan rûdine.
Şoreş her diçe radîkalîze dibe, di serokatiya Robespierre de jakoben bihêztir dibin. Jakoben îdamkirina qral Louis tînin rojevê. Fouché bi jirondenan re li hember kuştina qrêl derdikeve. Di dengdanê de dibîne ku dengê îdamxwazan zehftir e, di cih de helwesta xwe diguhere, dibêje: “Bijî îdam!” her kesî şaşwaz dike, derbasî nav refên jakobenan dibe. Ev ne çivbazî û îxaneta wî ya yekemîn û ne jî ya dawîn bû.
Jakoben darbeyê lidar dixin, êdî desthilatdar ew in. Fouché jî wezîrê ewlekariyê ye. Jakoben, ser navê parastina komara gel dest bi tevkujiya muxalifan dikin. Tevkujiyên herî mezin bi destê Fouché û bi taybetî li bajarê Lyonê pêk tê. Ji bo jakoben û Robespierre jê hez bikin, xwe wek yekî komunîst dide naskirin. Avahiyên ku qral tîne bîra mirovan hemûyan hildiweşîne, perestgehên xiristiyanan talan dike, dest dide ser peykerên ku sembola mezhebê katolîk in. Încîla pîroz bi teriya kerê ve girê dide, dide kaşkirin. Malê zengînan talan dike. Înkara Xwedê dike.
Lîberalên komarparêz, bi hevkariya artêşê, dawiyê li terorîzma jakobenan tînin, Robespierre û hevalên wî didin ber giyotînê, dikujin. Fouchê bi dizî bi lîberalan re hevkarî kiriye, ew xelas dibe. Dîsa wezîrtiya ewlekariyê bidest dixe. Komunîstê salek berê, niha dostê bankêrên zengin e, di xizmeta wan de ye.
Fouchê dê paşê bibîne ku stêrka Napolyon dibiriqe, Napolyon fermandarekî leşker e, haziriya darbeyekê dike, Fouché derbasî aliyê Napolyon dibe. Dibe wezîrê saziya polîsan. Dema Napolyon di şer de winda dike, Fouchê bi dijminan re di têkiliyê de ye… Napolyon dikeve, Fouché derbasî aliyê qral dibe.
Kî were îktîdarê, Fouché bi wan re ye.
Zweig dibêje, “Fouché yekî hûrik ê mîna îskeletekî bû. Ronî di çavan de tune, rûyekî lawaz ê miriyan, mirovekî nepak bû. Belê zekaya wî kevir dibirî.”
Tu kesî nikarî wek Fouché kûraniya tevgerên mirovan û bûyerên diqewimîn şîrove bikira, encamên rast jê bianiya der. Xwediyê çavdêriyeke xurt, xwînsar, bi tevdîr bû. Di tebîetê wî de; ahengdarî, sernermî, kubarî; fêlbazî, xemnexurî, fitnekarî, jixwereyî bi hevre hebû. Wî dizanî dê berê siyasetê û berê gel bi ku ve biçe, li gor wê xwe dida aliyê piraniyê û xurtan.
Napolyon ji bo wî gotiye; “Min di jiyana xwe de çivbazekî bêqisûr ê wek wî nedîtiye.” Zweig jî dibêje; “Wî îxanet anîbû asteke dahîyane.”
Her serdemeke siyasetê bi xwe re, Fouché yên nû dertîne. Li derdora xwe binêrin; hûn ê li Dinyayê, li Rojhilatanavîn, li Tirkiyeyê kopyayên xerab ên Fouché bibînin.
Mixabin di siyaseta me kurdan de jî rewş ne cuda ye.
17.08.2019, Rupel