Diyarname
Keçik xwendekara lîseyê Carmen Bramly hê 15 salî ye lê bi pirtûka xwe ketiye nav cîhana wêjeyê jî. Wê, bi romana xwe ya ku li ser keçik 14 salî ya ku bakîrbûna xwe winda kiriye nivîsiye cihek mezin di nav wêjeya Fransayê de girt.
Bramly ku ji biçûkatiya xwe ve helbest û çîrokan dinivîse niha dest avêt romanek ku lehenga wê keçik 14 salî ye û ji bakîrbûnê derketiye. Ew dibêje ku romana wê ne otobiyografîk e.
Navê romanê "Pastel Fauve" ye û navê lehenga romanê Paloma ye. Paloma di beşeke romanê de digel stranbêjê îngilîz Pete Doherty fanteziyên cinsî saz dike. Di beşeke din de difikire ku mêrek evîndarê wê bibe li mala xwe wê şûşeyeke votka yan jî qutiyeke şekir pêşkêşî wê bike yan na. Nivîskara ciwan li ser Doherty wisa dibêje: "Dema ez dinivîsim li muzîkê guhdarî dikim, min xwest ew jî di romanê de hebe."
Her wiha nivîskar Bramly radigihîne ku her serê sibê berî ku here dibistanê saet 6'an de radibe û saetekê nivîsê dinivîse.
Bramly ku zûde dest bi pirtûka xwe ya duyem kiriye jî wisa dibêje: "Min dest bi nivîsandinê kir ji ber ku ez aciz dibûm, bi tenê me û gelek dema min heye."
Ew bi pirtûka ku hefteyek berê derket piyaseyê ji niha de ketiye nav "Romanûsê ciwan ên fransiz ên serketî".
Par nivîskara 18 salî Sacha Sperling bû ku ketibû nav vê kategoriyê. Di sala 2004'an de jî keçik 14 salî ya bi navê Ariane Fornia bi pirtûka xwe ‘Dieu est une femme’ di nav refên pirtûkan de cihê xwe girtibû.
Bramly keça Serge Bramly ye ku wî di sala 2008'an de xelata wêjeyê İnterallie girtibû ku li Fransayê salê carekê ev xelat tê dayîn.
Keçika ciwan romana xwe diyarî Doherty kiriye. (The Daily Telegraph, The Independent)


