Halil Dalkiliç
Taybetmendiyên nasnameya Kurdî, bi taybetî yên civakî, olî û kulturî îro ji hêla hêzên serdest ve li dijî Kurdan û ji bo parçekirin, lawazkirin û bêîradehiştina wan tên bikaranîn.
Di ser komkujiya dawî a li dijî kurdên êzîdî re 5 sal derbas bûn. Roja 3'yê gelawêja 2014'an li derdora Şengalê DAÎŞê êrîş biribû ser gund û navçeyên kurdên êzîdî û bi awayekî hovane li pêş çavê cîhanê bi hezaran ji wan kuştin. DAÎŞ'ê bi hezaran keç û jinên kurd jî revandin û çi hatiye serê wan, îro jî hê ne diyar e…
Di serî de Konseya Mafên Mirovan a Yektîtiya Neteweyan û Yekîtiya Ewropayê hem di sala 2015'an û hem jî di 2016'an de ev qirkirina dawî ya li dijî kurdên êzîdî wekî sûcekî li dijî mirovahiyê qebûl kirin. Lê ev biryar û gotin li erdê ma. Kurd hê jî bi serê xwe ne û wekî xelkekî bêstatû hem şîna xwe digirin û hem jî êdî çi ji destê wan tê hewl didin ku birînên xwe bipêçînin. Şengal jî ji hêla Haşdî Şabî yên Iraqî, arteşa Tirkiyê û daîşiyên li derdorê mane ve bi qirkirineke din ve têne tehdîtkirin.
Rewşa kurdên êzîdî îro jî rojeva siyasî a kurdan e. Lê ez dixwazim di derbarê vê mijarê de hinek tiştên din bînim zimên. A rastî mirov meseleyê wekî tehdît bi nav bike çêtir e. Ev tehdît hem li dijî kurdên êzîdî û hem jî li dijî kurdên elewî di rojevê de ye û bi serê xwe tehdîdek e li dijî nasnameya kurdî û hebûna kurdan e.
Ev tehdît ji bo hê zêde parçekirin û lewazkirina hêz û vîna kurdan tê bikaranîn. Taybetmendî û cudahiya olî û baweriyê wekî nasnameyên etnîkî ên cuda têne rêxistinîkirin û nasnameya elewîtî û êzdayetî li derveyî nasnameya kurdî tên bicîhkirin.
Çapemeniya kurdî jî xizmetê vê yekê dike, dema behsa van mijaran dikin, ziman û binavkirinên serdestan bikar tînin. Di nûçe û analîzên di derbarê kurdên êzîdî û elewî de kurdbûna wan qet nayê îfadekirin, tenê nasnameya wan a baweriyê tê dûpatkirin an bi pêş tê derxistin.
Ji xwe li Tirkiyeyê û li Ewropayê di rêxistinên elewî û kurdên êzîdî de hişmendiyeke bi vî rengî pir eşkereyî xwe dide der. Bi taybetî dewletên Ermenistan, Iraq û Almanyayê jî ji bo ku kurdên êzîdî ji kurdên din cuda bikin ji demeke pir dirêj ve polîtîkayên taybet bi rê ve dibin…
Dema mirov li dîrokê, li polîtîkayên ku sed sal berê ji bo parçekirina axa Kurdistanê û avakirina çend dewletên ku bingehê wan ê dîrokî, civakî û kulturî tune ye mêze bike, dewletên serdest wê çaxê jî heman dek û dolap li serê kurdan anîne. Wê çaxê bi taybetî îngîlîz pêşengiya vê siyasetê dikin. Îngîlîz hem li Bakur û hem jî li Başûr kurdên ji hêla olî û baweriyê cuda ne an jî ne misilman in, wekî ku ew ne kurd in derdixe pêş.
Pir balkêş e, dema pirsgirêka Musilê tê guftûgokirin (1925-26), bi navê Tirkiyê Îsmet Înonû ji bo ku kurdan gişan bi Tirkiyeyê ve girêdayî bihêlin li dijî vê derdikeve û wiha dibêje; “Êzîdî bi eslê xwe kurd in, tenê mezheba wan cuda ye. Ji ber vê yekê cudakirina wan ji kurdan polîtîkayeke ne rast e. Çawa ku ji şexsên miletekî hinek katolîk û hinek jî protestan bin, meriv nikane wan wekî miletên ji hev cuda qebûl bike, cudakirina kurdan û êzîdîyan jî neheqî ye…”*
Paşê di salên şûn de Îsmet Înonû bi xwe dibe yek ji pêşengên polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina kurdan; lê ev mijareke din e…
Gotina min ev e ku her taybetmendiya kurdan û nasnameya kurdî ji hêla hêzên serdest ve li dijî kurdan û ji bo parçekirin, lawazkirin û bêîradehiştina wan tên bikaranîn. Hinek rêxistin û kesayetên kurd jî dibin pêlîstikên van lîstikên nexêr. Îro ligel pêşxistina xebat û hewldanên netewî, bi taybetî çapemenî û rêxistinên kurdan jî bi hişmendiyeke netewî, di bikaranîna zimanê yekîtiyê de baldar bin…
*Alevilik-Kurdoloji-Turkoloji, Mehmet Bayrak, Ozge Yayinlari.
03.08.2019, Nûpel