Diyarname
Di dîroka UEFA'yê de yekem car jinek maçek wisa astbilind bi rê ve dibe.
Di nav UEFA'yê de tîmên ku Kûpaya Şampiyonan û Kûpaya Lîga Ewropa bi dest dixin di Kûpaya Super de tên hemberî hev. Par du tîmên Îngilistanê Liverpool (Bûbû Şampiyonê Şampiyonan) û Chelsea (Bûbû Şampiyonê Lîga Ewropa) dê bên hemberî hev. Vê maçê hakêmek jin Stephanie Frappart dê bi rê ve bibe. Di dîroka UEFA'yê de hakêmek jin yekem car maçek wisa astbilind bi rê ve dibe.
Alîkariya Frappart jî ji Federasyona Fûtbolê ya Fransayê Manuela Nicolosi û ji Îrlandayê Michelle O'Neal dê bikin. Hakêmê 4'emîn jî ji Tirkiyeyê Cuneyt Çakir e.
Frapparta 35 salî ji sala 2009'an ve di nav lîsteya FIFA'yê de ye. Frappart herî dawî di Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya Jinan de maça fînalê ya di navbera DYA-Hollanda de bi rê ve biribû.
Maça Kûpaya Super roja 14'ê gelawêja li Stada Vodafoten Arena ya li Stenbolê tê lîstin