Diyarname
Fanzîna li ser fotografiyê Flashhilat bi hejmara xwe ya 6'an derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara 6'an a tîrmehê hin nivîsên li ser fotografiyê û wêne hene.
Vane nivîsên vê hejmarê:
- Fatîh Aydin beşe "Kurtedîroka Fotografîyê" ya Walter Benjamin wergerandîye kurmancî û ew bi navê "Sira Bayekî Nû" hatiye weşandin.
Fanzînê bi Erhan Sunar re li ser "Diger Yarisi Fotografçinin El Kitab" hevpeyvînek kiriye û weşandiye. Firat Keklîk jî bi nivîsa xwe "Evîna Metalîk" bal kişandiye ser eşqa wî ya ji bo otobusekê.
Di "Kûçenûçe"yê de biryara Instagramê ya ser veşartina hejmara ecibandinan heye.
Di berga paşî de jî fotografekî Îbrahîm Başboga hatiye weşandin.
Ji bo têkilî:
flashhilat@gmail.com