Diyarname
Li Salt Beyogluya Stenbolê vê mehê çend fîlmên xelatgir bê pere têne nîşandayîn.
Bernameya ku bi hevkariya "Başka Sînema" (Sînemayeke Din) li dar dikeve, 9'ê mehê dest pê kir û heta 6'ê gelawêjê didome.
9'ê mehê fîlmê "Nasty Baby" hatibû nîşandayîn û ji îro pêde ev fîlm dê bêne nîşandayîn:
- 16 Tîrmeh, Saet 19:00
"La nuit a dévoré le monde" (Dema şev dinyayê daqurtîne)/ Derhêner Dominique Rocher / 2018, Bi zimanê firansizî, norwecî û îngilîzî, 93 deqe
Fîlm li Festîvala Fîlman a Molins Xelata Taybet a Juriyê girtibû.
- 23 Tîrmeh, Saet 19:00
"High Life / Derhêner Claire Denis / 2019, Bi îngilîzî, 110 deqe
Li Festîvala San Sebastiyan Xelata FIPRESCI, li Fentê Xelata Muzîkê ya Herî Serketî ya Georges Delerue girt.
- 30 Tîrmeh, Saet 19:00
"Macht Energie" / Derhêner Hubert Canaval / 2014, Bi îngilîzî, 92 deqe
- 6 Gelawêj, Saet 19:00
"Adieu au langage" (Xatirxwestina ji ziman) / Derhêner Jean-Luc Godard / 2015, bi gransizî, îngilîzî û almanî, 70 deqe
Li Festîvana Cannesê Xelata Taybet a Juriyê - Xelata Palm Dogê girt