Cihan Roj
"Komara Agiriyê yan Komara Araratê yan jî Komara Yekem yek ji dewletên kurd ên dîrokî ye. Di pêvajoya Serhildana Agiriyê de ji aliyê tevgera kurd ve hatiye îlankirin."
Ew hevok di "ku.wikipedia"yê de cî digirin. Ne pispor, lêkolîner im, hewl didim dîrokê bixwînim!
Sekn û nêzikahiyên "aqilê fermî û neteweperwer" yê vî welatî bo înşa û nivîsîna dîroka tirk her qalib, klîşe, ajîte, û gotinên fîşalî belav kirin, bi metirsî me ku di dîroka kurdî de jî rewşên wisa şêlo bibin sebeb têkiliyeke rast bi dîrokê re neyê danîn!
Gelo meriv dikare serhildan welew tevgera Agiriyê wekî "komar" heta wekî "dewlet" bi nav bike?
Wexta em li tarîxa edebiyatê, li civak û dîroka neteweya kurd baldar dibin, em hewl didin li ser têkiliyên edebî bi bûyer û geşedanên qewimîne re deynin, ji ber "coş", "ajîte" û hin nêzikahiyên hestiyar rewşeke şêlo dertê pêşberî me di têkiliyên edebiyat û warê dîrokê de!
Helbet gelek çavkanî, mishef, lêkolînên hêja hene di derheqê dîroka kurdan de, di wan çavkaniyan de nêzikahiyên ilmî, yên bi ser û ber hene (helbet hin diyarde û nêzikahî li ser şîroveyan şax didin ew meseleyeke din e) lê di qada dîjîtal de arîşeyên zêde hene ku ew qad gelek bi bandor e mixabin pir zehmet e ku meriv bikare pêşî lê bigire...
Wikipedia ansîklopediyeke azad e, li dinyayê navdar e, ger agahiyên lê têne barkirin bi hesasiyet lê neyên barkirin ji fêdeyê bêhtir ê xisarê bide...
Îro xwendevanekî rabe "tez"ekê amade bike û ji bo pênaseyên "Komara Agirî", an jî "Komara yekem yek ji dewletên kurd ên dîrokî" çend pirsan bipirse gelo ê çi bersiv werin dayîn?
Divê meriv ji xwe bawer bin, çimkî carnan geşedan welew bûyerek bi tenê jî dikare welatekî, miletekî, coxrafyayekê derxe qada dîrokê an jî di nava rûpelên dîrokê de berbelav bike.
Ji ber sedemên heyî, her dîroka me ya bes nehatiye nvivîsîn, yên hatine nivîsîn (exlebe yên biyaniyan nivîsîne) di wan metnan de jî têra xwe angaşt û nêzikahî hene da serê mirovan tevlihev bikin, hin jê ji alî kurdan ve hatine nivîsîn jî bes bi coş hatine nivîsîn, qet nebe em hinekî bi sebir û fesîh tevbigerin da ku serê hev tevlihev nekin!
Trajediyên mezin carnan bi destê mexdûrên wan trajediyan bêtesîr têne hiştin, bi vî çavî lê were nihêrîn "metn" muhîm in!
Îro sibe ger nivîskarek edebiyata kurd rabe û derheq "Broyê Heskî Têlî" de romanekê binivîse belkî bi çavekî objektîf û ji alî edebî ve li meselê binihêre û bibe sebebê hilweşîna gelek jiberan û di heman demê de bibe sebeb xwendevan hay ji dîrokeke dîtir çêbin, pê re jî, bêhtir, xweştir têkilî bi bûyerên wê wextê re deynin!'
Wexta bes romanên miletekî neyên nivîsîn hew "dîsîplîna dîrokê" di karwaniyê de dimîne ew jî kêm e, dîrokek bi saya hemî dîsîplîn û lêkolînên cur bi cur dikare şikil bigire an jî zelaltir be... Belê Mehmed Uzun di romana xwe ya bi navê "Siya Evînê" de "Serhildana Agirî" honandiye, romanek kêm e, nêzikahiyên nivîskarek bi tenê nikarin aliyên bûyeran yên cuda zelal bikin...
Roja ku bûyer û trajediyên mîna Geliyê Zîlan bibin roman ku jê re keda bi salan û hesasiyet lazim e, wê rojê belkî meriv karibin bi çavên cuda li meseleyên dîrokî binihêrin...
Nîşe: Dibe ku hin kes bêjin, rast e, di karwaniyê de rewşên wisa tunebûne lê hatiye îlan kirin! Baş e, wê wextê gerek meriv destnîşan bike ku şert û mercên komarê, karwaniyeke dewletî li meydanê tune bûye lê hatiye îlankirin. A din jî neyê ji bîrkirin îlankirina Komara Mehabadê ji alî şert û mercên xwe ve gelek cuda ye û gerek ew cuda were nirxandin.