Dengîr Mîr Mehmet Firat wefat kir
Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê berê Denîr Mîr Mehmet Firat vê destê sibê li Enqereyê wefat kir.
Dengîr Mîr Mehmet Firat di 8'ê gelawêja 1943'yan de li Kehtaya Semsûrê hatiye dinê. Wî li Enqereyê Zanîngeha Hiqûqê xwendibû. Firat parêzerî, karê cotkarî, karsaz bû û di destpêka salên 2000'î de wekî endamê avakar ê AKP'ê di nav partiyê de cih girt. Di serdema 21'emîn a mebûsiya Tirkiyeyê de ji Semsûrê, serdema 22'yemîn de ji Mêrsîn, 23'yemîn de ji Edeneyê hat hilbijartin û bû mebûs. Firat di dema rêveberiya AKP'ê debû wî li Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan li hev nekir. Firat wisa qala wê demê kiribû: "Min ji Erdogan re got Tirkiye dewleta kurdan e û tu jî serokwezîrê vê dewletê yî. Mafê perwerdehiya kurdan mafê kurdan e. Qebûl nekir. Wê çaxê me li hev nekir û ez veqetiyam."
Firat paþê derbasî HDP'ê bû û di serdema 23'yemîn, yanê sala 2015'an de li ser navê HDP'ê ji Mêrsînê hat hilbijartin. Di serdema 26'an de jî disa ji Mêrsînê ji HDP'ê hat hilbijartin.
Firat ev demek dirêj bû li Enqereyê li Nexweþxaneya Bayindir ji ber nexweþiya piþikê dihat dermankirin lê vê sibê wefat kir. Cenazeyê wî li Goristana Karþiyaka hat definkirin. Di merasima cenazeyê de Hevserokê HDP'ê Sezai Temelli, Mebûsê HDP'ê Mithat Sancar û hin mebûsên AKP'ê jî amade bûn.
HDP: Emê têkoþîna wî bidominin
Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî daxuyaniyeke nivîskî weþandin, ji bo malbat û hezkiriyên wî serxweþî xwestin û gotin: "Wî di bin her mercî de ji bo rastiyan têkoþîn dida, emê vê têkoþina wî bidomînin."
Turk: Ji bo aþtiyê xebitî
Hevþaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî serxweþî ji bo malbatê xwest û got: "Bi wefata wî em gelek êþiyan. Dengîr Mîr Mehmet Firat kesek wisa bû ku ji bo li vî welatî ji bo aþtî mayinde xebitî.
(Ev nûçe ku destê sibê hatibû weþandin, nava rojê hat nûkirin)