Diyarname
Rojnameger Huseyîn Aykol roja 11'ê tîrmehê nîvrokî li mala xwe hat binçavkirin û hat tewqîfkirin.
Huseyîn Aykol ku bi dehan salan de di nav rojnamegeriya azad de cih digire herî dawî Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Ozgur Gundem a hat girtin bû. Bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" 3 sal û 9 meh cezayê hepsê lê birîbûn. Li ser vê Aykol girtin bin çavan, birin Adliyeya Rojava a Sîncanê, li vir biryar ji bo wî hat ragihandin û paşê tewqîf kirin. Aykol birin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.
Aykol dor 45 salan e di nav karê rojnamegerî û weşangerî de cih digire. Ji bilî vê dozê hin dozên din ên der barê wî de hatibû dest pê kirin didomin. Hin dozên wî niha li ber destê Dadgehên Îstînafê ne.